Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin

  • rojane
  • 13:59 28 Mijdar 2024
  • |
img

ENQERE - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç diyar kir ku çêkirina 11 girtîgehan didome û projeyên 21 girtîgehanjî tên danîn. 

Hevdîtinên li Komîsyona Plan û Budçeyê yên bûdçeya 2025’an ku bi îmzeya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêşkeşî Meclisê hate kirin, didome. Îro, budçeya Wezareta Dadê ku li gorî par du qet zêde bû û derketî 280 milyar û 275 milyon û 802 hezar lîreyan hate nîqaşkirin. 
 
WEZÎRÎ PESNÊ GIRTÎGEHAN DA
 
Wezîr Yilmaz Tunç di hevdîtinan de pêşkeşî kir û got ku li Tirkiyeyê 406 girtîgeh hene. Tunç, ji bo girtîgehên ku hema hema her roj cenazeyên girtiyan jê derdikevin jî got: “Avadaniyên li gorî rejîma înfazê ya hemdem.” 
 
32 GIRTÎGEH DÊ BÊN ÇÊKIRIN 
 
Tunç,  da zanîn ku çêkirina 11 girtîgehan didome û projeyên 21 girtîgehan jî hatine danîn. 
 
Parlamenterê CHP’ê Mahmût Tanal jî weke bertek ji Tunç re got: “Ne girtîgehan, febrîqeyan vekin.” 
 
Tunç, di pêşkeşiya xwe de têkildarî hejmara girtiyên nexweş û yên jiyana xwe ji dest dayin tu agahî parve nekir.