Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn

  • rojane
  • 14:40 28 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Tahir Elçî di 9’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê hate bibîranîn. 

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê Mijdara sala 2015’an de li ber Mînareya Çarling a navçeya Sûrê ya Amedê hate qetilkirin. Elçî, di 9’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê ya Amedê hate bibîranîn. Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, siyasetmedar Ayla Akat Ata, Gultan Kişanak, serokên baroyan, parlamenter, hevşaredar, endamên malbatê û gelek kes tev li bîranînê bûn. 
 
Di bîranînê de ji ewil dua hatin kirin. Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Elçî.