ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 29 Mijdar 2024
  • |
img
* Berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed diyar kir ku dê li dijî polîtîkayên qirkirinê bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" têbikoşin û wiha got: “Jehrkuja polîtîkayên şer, têkoşîna jinan û azadbûn e. Bi reçeteya modernîteya demokratîk re dê pergala mêr li seranserî cîhanê tune bibe.”
 
* Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar diyar kir ku wan li Stenbolê Dibistana Ma Musîcê ya Egîdê Cimo vekiriye û got ku divê li her derê Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê vekirin da ku zarokên kurd li dijî asîmîlasyonê bi zimanê xwe stranan bibêjin.
 
* Gelê Dêrsimê diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman li hemberî gel sûc hatiye kirin û gotin: "Me Cevdet Konak hilbijart, ger em wî ji peywirê negirin, hûn nikarin bigirin." 
 
* Hevşaredarê Pulurê Mustafa Sarigul diyar kir ku bûyera "rakirina cenaze" ya ku wekî hinceta jipeywirgirtinê hatiye nîşandan, bi daxwaza dozger hatiye kirin û got: "Çawa qeyûm tayinî DEM Partiyê dikin, bi vê dixwazin nîşan bidin ku ew dixwazin qeyûm tayinî partiyên muxalif ên din jî bikin." 
 
* Di hinceta biryara beraetê ya der barê Rojnameger Dîcle Muftuoglûyê hat dayîn de, ji bilî îfadeyên şahidan tu delîlên ku "endamtiya rêxistinê" piştrast dikin tune ne.
 
* Geşedanên têkildarî kesên di çarçoveya lêpirsînên navenda wan Enqere û Eskîşehîrê de hatin binçavkirin dê bên şopandin. (10.00)
 
* Şaredariya Sûrê dê navê Tahir Elçî li kolana Mînareya Çarling bike. (11.30)
 
* Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglû dê li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê daxuyaniyê bide. (13.30)
 
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtinê bikin. (14.30) ZINDÎ