Mûstafa Sarigul: Dixwazin tayînkirina qeyûman nîşanî muxalîfan jî bidin

  • rojane
  • 09:01 29 Mijdar 2024
  • |
img

DÊRSIM - Hevşaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul diyar kir ku bûyera "rakirina cenaze" ya ku wekî hinceta jipeywirgirtinê hatiye nîşandan, bi daxwaza dozger hatiye kirin û got: "Çawa qeyûm tayînî DEM Partiyê dikin, bi vê dixwazin nîşan bidin ku ew dixwazin qeyûm tayînî partiyên muxalîf ên din jî bikin." 

Li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul di 20'yê Mijdarê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Piştî cezakirinê, di 22'yê Mijdarê de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve qeyûm li şaredariyên Dêrsimê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Pulurê ya CHP'î hatin tayînkirin. Yek ji hincetên cezayê ku Konak û Sarigul hat birîn, cenazeyê Onur Şal ê bi kodnavê Leheng Munzur HPG'î ye ku di 22'yê Gulana 2012'an de li Dêrsimê tevî 2 hevalên xwe di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû û li Xanûya Pulurê bi beşdariya bi hezaran kesî hatibû definkirin. 
 
'EZ BI DAXWAZA DOZGER BEŞDAR BÛM'
 
Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul ê ku ji peywirê hat dûrxistin û qeyûm li şûna wî hat tayînkirin, behsa tevlîbûna merasîma cenaze ya ku bûye sedema cezakirina wî kir. Sarigul da zanîn ku ji bo cenaze rakin û defin bikin wê demê ji aliyê dozgeriyê ve haya wî pê hatiye xistin û wiha got: "Di sala 2012'an de dema ku ez şaredar bûm, ji ber ku cenaze li derveyî sînorê şaredariyê bû, em tevlî nebûn. Piştre ji ber pirsgirêkên ku hatin jiyîn saziyên din ên xizmetê nekarîn merasîma cenaze bikin û ji ber vê dozgeriyê ji me daxwaz kir ku em cenaze rakin. Tevî me 5 hezar kes tevlî merasîma cenaze bû. Ji lew re zarokê malbateke nas bû. Ji ber vê lêpirsîn dan destpêkirin." 
 
Sarigul anî ziman ku ji bilî vê merasîma cenaze, bi îfadeyên şahidên veşartî û vekirî yên di dosyayê de û tevlîbûna wan a xwepêşanan û çalakiyên li bajêr tên sûcdarkirin û wiha got: "Sedema cezakirinê, ew e ku zemîna qeyûm amade bikin. Ger ez ne şaredar bûma wê ew ceza nedana. Lê bi vê zemîna qeyûm amade kirin. "Çawa qeyûm tayinî DEM Partiyê dikin, bi vê dixwazin nîşan bidin ku ew dixwazin qeyûm tayinî partiyên muxalif ên din jî bikin."
 
Sarigul destnîşan kir ku sedemeke din a tayinkirina jî ji ber rezervên madenê yên li navçeyê ne û wiha got: "Bi taybetî ji ber ku em pirs ne dûrî navçeya Licik ya Erzinganê ne, wê lêgerîna madenan zûtir bihata kirin. Wê mudaxile bikirana. Gava li Licikê dînamîtand iteqînin, navçe di cî de pê dihese. Dixwestin bi hilbijartinêb i dest bixin, lê piştî windakirin serî li rêyeke wiha dan." 
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl - Heval Onkol