Ji bo ceza bidin xwe li benda hevşaredarbûna wî girtine!

  • rojane
  • 09:21 29 Mijdar 2024
  • |
img

WAN - Li Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir 3 sal û 11 meh cezayê hefsê hate birîn.

Di dozên derheqê hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatine destpêkirin û salên dirêje didomin de yek bi yek biryar tên dayin. Ji ewil di doza Hevşaredarê Colemêrgê Siddik Akiş û piştre jî cezayê Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak hate erêkirin. Niha jî di doza Hevşaredarê Miks a Wanê Ayvaz Hazir de piştî 9 salan biryara hate dayin. 
 
Hazir, di sala 2015’an de memûr bû û ji ber çalakiyekê di 24’ê kanûna 2015’an de derheqê wî de doz hate vekirin. Danişîna dozê ku 14 kes jê tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hate lidarxistin û duh biryar hate dayin. 
 
Bi îdiaya “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 3 sal û 11 meh cezayê hefsê dan hevşaredar Hazir.