Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd

  • rojane
  • 12:24 1 Kanûn 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyê Kurd ê ji Urmiyeyê Mîhrab Abdul Zade. 
 
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku welatiyek Kurd ê bi navê Mîhrab Ebdula Zade yê 26 salî û xelkê bajarê Urmiyeyê, ji aliyê Liqa 2 ya Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê cezayê darvekirinê lê hate birîn.
 
Hate diyarkirin ku bi tohmeta “xiyanetê” ji aliyê dezgeha dadweriya Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.
 
Hêjayî gotinêye ku di îlona 2022’yan de Mîhrab Ebdula Zade di şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate revandin û li Girtîgeha Ewlehiyê ya Urmiyeyê hat veguhestin. Piştî çend mehên îşkence û lêpirsînê, li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê hat veguhestin.