Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan

  • rojane
  • 21:25 20 Kanûn 2024
  • |
img
WAN - Li Wanê 10 jê rojnameger 39 kesên ku tevli daxuyaniya ji bo rojnamegerên hatibûn qetil kiribûn hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyan hatin berdan.
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) xwestin li Wanê têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yên dewleta tirk hatin qetilkirin, daxuyaniyê bidin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî piştgirî da çalakiyê. Beriya daxuyaniyê, polîsan Kolana Hunerê dorpêç kirin. Di çalakiyê de pankarta “Ne pênûsa me ne jî kameraya me dê li erdê nemîne” û wêneyên rojnamegeran hatin hilgirtin. 
 
Di dema daxuyaniyê de polîsan koma rojnameger û siyasetmedar di nav de bûn dorpêç kirin û nehiştin daxuyanî were dayin. Di encama êrişê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Polat, Ozlem Yacan, Mazlum Engîndenîz û Sema Yuce Polat, nûçegihanên Ajansa Welat (AW) Bazîd Evren û Firat Tunç, nûçegihana JINNEWS’ê Memîhan Zeydan û rojnameger Zelal Tunç, Nîmet Olmez û Oktay Candemîr hatin binçavkirin.
 
10 jê rojnameger 39 siyasetmedarên hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên wan yên Midûriyeta Polîsan hatin berdan.