ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 21 Kanûn 2024
  • |
img
* Serokê Karên Çapemeniyê yê DÎSK'ê Turgut Dedeoglû diyar kir ku qetilkirina rojnamevan sûcê li dijî mirovahiyê ye. Serokê Haber-Sen'ê Mesût Balcan jî diyar kir ku qetilkirina rojnamevanan sûcê şer e û got ku armanc bêdengkirina rastiyan e. 
 
* Di êrişên balafirên keşfê yên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 13 rojnamevan hatin qetilkirin û 7 jî birîndar bûn.
 
* Çalakiya nobedê ya li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hat destpêkirin wê bidome. (11.00)
 
* Dayikên Şemiyê, dê çalakiya xwe ya 1030'yemîn li Qada Galatasarayê li dar bixin. (12.00)
 
* Xizmên windayan dê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiyên xwe yên heftane li dar bixin. (12.00)
 
* Dê li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bê dayîn. (13.30)
 
* Dê li gelek bajaran der barê qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de daxuyanî bên dayîn.