Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir

  • rojane
  • 10:23 29 Gulan 2025
  • |
img

ÊLIH - Danişîna ewil a doza çawişê pispor Mûsa Orhan ku destdirêjî li Îpek Erê kiribû û bûbû sedema mirina wê, dest pê kir. 

 
Danişîna ewil a doza çawişê pispor Mûsa Orhan ku li navçeya Qûbînê ya Êlihê destdirêjî li Îpek Er a 18 salî kir û bû sedema mirina wê, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Êlihê dest pê kir. Orhan, ji sûcê “Kesek arastayî întîharê kiriye û întîhar çêbûye” tê darizandin. Hat zanîn ku Orhan dê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bibe. 
 
Malbata Îpek Er û gelek rêxistinên jinan û parêzer danişînê dişopînin.