'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
- rojane
- 10:24 06/5
Welatiyên çûn serdana şîna Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder a li avahiya DEM Partiyê ya Amedê, diyar kirin ku ew ê xwedî li berxwedana Onder derkevin.
Welatiyên çûn serdana şîna Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder a li avahiya DEM Partiyê ya Amedê, diyar kirin ku ew ê xwedî li berxwedana Onder derkevin.
Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal diyar kir ku ji bo gumanên li ser pêvajoyê bên rakirin divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û şert û merc bên sererastkirin.
Rabîa Ataş bertek nîşanî bicihkirina kamerayan a li girtîgeha keça wê lê dimîne û got: “Ev, kirineke bêrûmet e. Tundiya psîkolojîk dikin.”
Rojnamegera girtî Reyhan Hacîogluyê diyar kir ku li girtiya bi navê Belma Nergiz a ku li dijî polisên îşkence li wê kirine serlêdana sûc kiriye, bi îdiaya "Li hemberî polîsan li ber xwe daye" cezayê girtîgehê hatiye birîn.
Meteorolojiyê, Qers û Wan jî di nav de ji bo 10 bajaran hişyariya barîna baranên zêde kir.
Nîgar Yaqupluyê diyar kir ku bavê wê bi hincetên siyasî li Azerbeycanê hatiye girtin û 9 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û wiha got: "Ji ber vê sedemê bavê min 36 roj in di greva birçîbûnê de ye û ger neyê berdan wê çalakiya xwe bidomîne."
Şaredariya Şemrexê bi dengdayina gel re biryar da ku navê Sirri Sureyya Onder li navenda çandê bike.
Ahmet Gucenmez ê DEM Partiyî ku di bîranîna Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan de hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin, piştî 9 sal û 6 mehan hate berdan.
Hêzên girêdayî rejîma Sûriyeyê rojnameger Mihemed Îsmaîl kuştin.
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk di navbera 29’ê Nîsanê - 4’ê Gulanê de dewleta tirk hezar û 987 caran êrişî qadên weke Zap, Avaşîn û Metînayê kir.
Ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li gelek bajaran şîn hate danîn û bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Ji bo Halîl Bîlîk ê li Rihayê ji ber tacîza zayendî ya li dijî zarokekê dihat darizandin, biryara beraetê hate dayin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku berxwedana li Bendava Tişrînê gihiştiye armanca xwe û çalakiya nobetê hatiye bidawîkirin.