Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar hene
- rojane
- 15:54 03
Li gundên Minbicê di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û artêşa tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê de şerekî dijwar diqewime.
Li gundên Minbicê di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û artêşa tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê de şerekî dijwar diqewime.
Li dijî êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî, li ser sînorê Qamişlo-Nisebînê nobet tê girtin. Nobeta ku 22 roj in didome daxuyanî hat dayîn.
Welatiyên li dijî êrişan ji bajarên cuda hatin ser sînorê Pirsûs-Kobanê, diyar kirin ku her gotina Abdullah Ocalan a digihije wan dê aştiyê ava bike.
Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî avahiya Şaredariya Bajarokê Hurriye ya Tebqayê kir.
Li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes meşiyan û banga xwedîderketina li destkeftiyên Şoreşa Rojava hate kirin.
Şervanên HSD û YPJ’ê li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li ber xwe dide û xelkê Kobanê jî ji bo HSD û YPJ’ê bi hemû derfetên xwe seferber bû.
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Yûsûf Kaya ku di dema çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm de hate binçavkirin û girtin û çendek roj berê hate berdan, diyar kir ku polîsan jê re got “Te bangî walî kir, silavên taybet ên walî ji bo te hene” û îşkence vegot. Kaya, da zanîn ku dê berxwedana wan li dijî zilmê bidome.
Gelek welatiyên li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Wanê berê xwe dan Pirsûsê, gihiştin navçeyê.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç anî ziman ku ew ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade ne peywirê li xwe bigirin û wiha got: “Ji bo çareseriyê divê diyalog hebe û ji bo vê jî divê şert û mercên alî bikarin xwe bi awayekî azad bînin ziman hebin.”
Baroya Mêrdînê li dijî biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, bi daxwaza sekinandin û betalkirina biryarê serî li dadgehê da.
HDK dê bi şîara “Di rêya jiyana wekhev û azad de çareserî di aştiyê de ye” kampanyaya îmzeyan dide destpêkirin. DEM Partî jî dê li dijî xizanî û şer starta kampanyaya “Ked û aştî” bide.
Rojnamegerê qibrisî Ezîz Şah diyar kir ku planên Çîn, YE û DYE'yê wê li herêmê bi xeta boriya gaza xwezayî ya Qeter-Tirkiyeyê re ku piştî çûna Esad careke din derketiye pêş, li hev asê bibin û got dê têkoşîna xeta bazirganî û enrejiyê bi bazirganî, rêyên gihaniyê re bibin yek û li qadeke berfireh berbelav bibin.
Mehmet Arslan diyar kir ku metirsiya jiyanê ya 2 kurên wî yên ji ber li îşkenceya li girtîgehê li wan hatiye kirin careke din rû dane heye û bang li ÎHD, OHD û parlamenteran kir ku zarokên wî bên dermankirin.
Nîzamettîn Kabaiş anî ziman ku xwestine dosyeya keça wî wekî "xwekuştinê" bê girtin û wiha got: "Me gelek caran xwest bi hevala odeyê ya Rojînê biaxivin, lê midûrê waargehê nehişt. Keçikê telefona me asteng kir. Nexwe ew bi tiştekî dizane ku telefonê venake."