ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN
- rojane
- 09:00 29/8/2024
Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê di meha tebaxê de 13 gundên kantona Minbicê bi zêdetirî 230 guleyên hawnan û 3 fuzeyan hedef girt, zirara madî da mal û milkên welatiyan.
Yek ji 69 xelatgirên Nobelê ku li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan name ji saziyên navneteweyî re şandin kîmyagerê Fransî Jean Pierre Sauvage got: "Dem hatiye ku êdî Ocalan azad bibe."
Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de li navçeya Qileban û Elke çalakiya “Xwendinên Azadiyê” ku ji parêznameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê, hat lidarxistin.
Bi dirûşemeya "Êrişên terorê û xiyanet nikare dengê rastiyê qut bike" wê sibe bi merasîmekê cenazeyê Gulistan Tara ber bi Êlihê ve bê birêkirin.
Walîtiya Şirnexê, li seranserê bajêr gelek qad wekî "herêma ewlehiya taybet" îlan kirin.
Ciwanên bi navê Î.D û Y.D ku li gundê Haspist a Hezexê 3 roj berê hatibûn binçavkirin piştî îfadelyên qereqolê cendermeyan hatin berdan.
Rêxistina DEM Partiya Şirnexê li navçeya Silopiyayê deklerasyona bernameya 1'ê Îlonê aşkera kir û bang li gel kirin ku dengê aştiyê bilind bikin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya serdana Emîne Şenyaşar a bi daxwaza edaletê çalakiya xwe li Meclisê didomîne kir, wiha got: “Êdî bes e. Hemû parlamenterên li Meclisê neçarin ku îro daxwaza edaletê ya dayika Emîneyê bibîhizin.”
Xebatên lêgerina Narîn Guranê ya di 21’ê tebaxê de li Amedê winda bûye didomin. Di roja 8’emîn de xelbatên lêgerînê li derdora Çemê Selmiyê didomin.
Pênc ferdên malbata Gezîcî yên ku piştî operasyona leşkerî ya li Hîzanê hatibûn girtin û ji wan re cezayê muebeda girankirî dihat xwestin, hatin berdan.
Endamê Desteya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elî Nîme êrişa Tirkiyeyê ya li ser rojnamevanan şermezar kir û got: “Em ê dosyaya qetilkirina rojnamevanan bixin rojeva parlamentoya Iraqê.”
Hewldana ji bo Roboskiyê Edalet di 152’yemîn meha komkujiyê de wiha got: “Em ê ji bo hemû kesên di Komkujiya Roboskiyê û komkujiyên din de jiyana xwe ji dest dane, edaletê bikin.”
Hate ragihandin ku dewleta tirk tankên xwe li Bendava Dêrelukê ya ku di bin kontrola PDK’ê de ye bi cih kirine.
Balafireke biçek û bêmirov a dewleta tirk li rojhilatê bajarê Qamişloyê êrişî wesayîtekê kir û dayikek û kurê wê qetil kirin.