Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
- rojane
- 12:20 31/1
Rêya di navbera navenda Wanê û navçeya Miksê de ev 9 meh in girtî ye. Xelkê navçeyê jî ev du roj in vê rewşê protesto dike û dixwaze rêya wan were vekirin. Bi vê boneyê xelkê navçeyê duh meş li dar xist û îro jî dikanên xwe venekir.