Li Silêmaniyê wesayîtek sivîl hat bombebarankirin: 3 kes hatin qetilkirin
- rojane
- 14:26 04/9/2024
Li navçeya Dukana Silêmaniyê SÎHA ya Tirkiyeyê wesayîtek bombebaran kir û di êrişê de 3 kes hatin qetilkirin.
Li navçeya Dukana Silêmaniyê SÎHA ya Tirkiyeyê wesayîtek bombebaran kir û di êrişê de 3 kes hatin qetilkirin.
Reşît Kîbar ê xwestibû li navçeya Borçkayê pêşi li birîna daran bigire ji hêla Muhammet Ûstabaş ve hate qetilkirin. Bi ser bertekên hatine nîşandan Ûstabaş hate girtin.
Girtiyên li Girtîgeha Espiyeyê ya Gîresûnê bi rêya malbatên xwe li dijî binpêkirinên mafan ên di rojên dawî de zêde bûne, banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Onûr Duşunmez, binpêkirinên mafan ên weke lêgerîna tazî û tundiyê yên li girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê diqewimin anî rojeva Meclisê.
Şaredariya Tûşbayê bi Tum Bel-Senê re peyman îmze kir. Li gorî peymanê jin dê di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de bi destûr bin, dê aşiya HPV’ê jî bêpere be.
Şirîkên AKP-MHP’ê Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê Giştî yê HUDA-PAR’ê Zekeriya Yapicioglû hatin gel hev.
Li Geverê sê siyasetmedarên di doza "KCK Geverê" de cezayên wan hatibû erêkirin, vê sibehê hatin binçavkirin.
DMME’yê têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biryara “Mafê hêviyê” dabû lê Tirkiyeyê ev 10 sal in tu gav neavêtiye. Me bi 8 pirsan tiştên derheqê “Mafê hêviyê” de dane berhev.
Di 31’emîn salvegera qetilkirina Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar de Nîzamettîn Togûç behsa şahidiyên xwe kirin, hevjîna Sîncar, Cîhan Sincar jî wiha got: “Me di 31 salan de bi ser navê edaletê tiştek nedît.”
Li Stenbolê 12 ciwanên kurd di mitînga 1’ê Îlonê de bi hinceta govend gerandin e û pankartê “Muxatab Îmrali ye, çareserî Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana xweser e” vekirine, hatin girtin. Hat zanîn ku rojekê av û xwarinê nedane ciwanan.
Tevî ku di lêpirsîna Narîn Guran a li Amedê ji wê agahî nayên wergirtin 15 roj derbasbûne jî tu pêşketin çênebûye.
Halîme Elî ya ku li Reqayê DAIŞ'ê 2 kurên wê dîl girtiye, 10 sal in tu agahiyê ji zarokên xw enagire. Halîme Elî da zanîn ku 5 sal in tu agahiyê ji hevjînê xwe yê ku ji bo xeberekê ji zarokên wê bigire ji malê dekret jî nagire û got ku daxwaza wê tenê xeberekê ji zarokên xwe bigire.
Rojnamevan Zehra Şengalî diyar kir ku dîroka "peymana ewlehiyê" ya di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de hatiye îmzekirin ne tesadufî ye û got: "Êrişên li dijî kurdan bi piştevaniya hevkarên herêmî û navneteweyî pêk tên û dijwar dibin. Polîtîkaya van êrişan bi berxwedanê dikare bê şikandin."
Berdana girtiyê nexweş Îdrîs Başaran ê 30 sal in girtiye û ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin. Kekê Başaran, Lokman Başaran anî ziman ku ev nêzîkatiyên derhiqûqî dikarin bi bertek nîşandana civakê bên bidawîkirin.
Endamên mekteba siyasî yê PADÊ bertek nîşanî biryara girtina PADÊ dan û gotin: "Di navbera fermana ku di sala 2014'an de hatiye serê me û biryara girtina PADÊ de ti ferq û cudahî nîne. Navê PADÊ nebe jî bi naveke din em ê civaka xwe biparêzin."