Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê hatin derbkirin
- rojane
- 11:54 24/12/2024
Di 20’ê Kanûnê de li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê di qawîşan de lêgerîn hate kirin. Di dema lêgerînê de girtî hatin derbkirin û der heqê wan de du lêpirsînên disiplînê yên cuda hatin destpêkirin.