DBP’ê bertek nîşanî girtinan da
- rojane
- 13:46 23/3
DBP’ê bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da û got: “Divê daraz paşvegavê biavêje û dev ji êrişa xwe ya li dijî îradeya gel berde.”
DBP’ê bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da û got: “Divê daraz paşvegavê biavêje û dev ji êrişa xwe ya li dijî îradeya gel berde.”
Ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê ya li Stenbolê bi sed hezaran kes li Qada Yenîkapiyê hatin gel hev.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî girtina Ekrem Îmamoglû wiha got: “Tekane sûcê wî têkbirina Recep Tayyîp Erdogan e lewma hate girtin.”
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê di pîrozbahiya Newrozê de gotin: “Li dijî kesên dixwazin Rojhilata Navîn û welatê me mehkûmî tarîtiyê bikin, em berxwedana xwe mezin bikin.”
Pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê ku bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê lidarxistin, dest pê kir. Welatî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” re xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin.
Ekrem Îmamoglû têkildarî biryara girtina xwe peyama ewil şand û got: “Tu feydeya tirsê ji bo ecelê nîne, hûn ê têk biçin.”
Stenbol jî di nav de li 19 navendên cuda pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû dan.
Li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan a ku dê Newroza lê tê pîrozkirin, gel bere xwe da qadê. Gel di govenda azadiyê de hatin cem hev.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû dan û gotin: “Girtina Îmamoglû ya ji hêla daraza li gorî fermanên îktîdarê tevdigere, derbeyeke li dijî edalet û demokrasiyê ye.”
Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da û got: “Dê hesabê vê bidin.”
Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de ji 89 binçavkiriyan 48 kes jê hatin girtin.
CHP ji bo diyarkirina namzetê serokkomariyê pêşhilbijartinê li dar dixe.
Gelê Stenbolê ji bo pîrozkirina Newrozê ber bi Qada Yenîkapiyê ve diherike.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi îdiaya “Nelirêtiyê” hate girtin.