ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
- rojane
- 09:00 17/12/2024
Şaxa ÎHD’a Êlihê da zanîn ku piştî tayînkirina qeyûm li Êlihê nêzî 300 kes hatine binçavkirin, li piraniya binçavkiriyan tundî hatiye kirin û herî kêm 37 kes hatine girtin.
Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan di çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li ser sînorê Qamişloyê hatiye destpêkirin de gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Kesê dikare şer bi dawî bike birêz Abdullah Ocalan e. Lewma divê tecrîd tavilê bê bidawîkirin.”
Di 13’ê Kanûnê de li Mêrsînê parastvanên mafan û siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Binçavkirin, hatin protestokirin û peyama “Em bi hevalên xwe re ne” hate dayin.
EGE-TUHAYDER’ê di çarçoveya kampanyaya “Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne” de ji gelek girtiyan re pere şand.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di dayina starta “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” de axivî û wiha got: “Heta aştiyeke birûmet pêk tê û birêz Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome.”
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, di roja 4’emîn de didome.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê û Konseya Bajar a Wanê bertek nîşanî binçavkirina Hevserokê DBP’ê yê Bajar ê berê Harûn Okay û Hevserokê Konseya Bajar Fîkret Dogan dan û xwestin bên berdan.
Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên SMO’yê daketin qadan.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêvajoya nû ya avakirina Sûriyeyê beyannameyeke ji 10 xalan pêk tê eşkere kir.
Hevserokên DEM Partiyê yên Mêrdîn û Şirnexê diyar kirin ku êdî tehemûla Kurdan nîne sedsaleke din jî winda bikin û wiha gotin: “Bila kesek li ser Kurdan hesabên xelet neke.”
Rojnameger Bêrîtan Sarya diyar kir ku êrîşên HTŞ’ê yên li ser Helebê û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser heman plan in û wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS li dijî Rêveberiya Xweser siyasetê bimeşîne.
Di doza Nîhat Kazanhan de ji bo polîsê bersûc biryara lêgerînê ya bi bûltena sor hatibû dayin û biryar hate dayin ku qeydên HTS’ê yên faîlî bên lêkolînkirin.
Ji rewşenbîrên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bang kirin Oya Baydar anî ziman ku ji bo dijminatiya li Kurdan ji mejiyê mirovan were jêbirin divê partiyên muxalefetê gavan biavêjin. Onûr Hamzaoglû jî got ku gava ewil divê tecrîd were rakirin.
Polîsan li Cizîrê bi ser malan de girtin û zarok jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.