Li Edeneyê erdhej çêbû
- rojane
- 09:23 21/7/2024
Li Edeneyê bi mezinahiya 4.1 û di Behra Spî de jî bi mezinahiya 5.0’ê erdhej çêbû.
Li Edeneyê bi mezinahiya 4.1 û di Behra Spî de jî bi mezinahiya 5.0’ê erdhej çêbû.
Di rapora têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Yozgatê de hat diyarkirin ku gelek caran tehliyeyên girtiyan hatine taloqkirin, aqûbeta daxwaznameyan nayê zanîn û girtiyan nabin revîrê.
Li gundê Karaxirab ê navçeya Hezexê zarokê bi navê Azad Ay yê 6 salî ku bi nexweşiya Serebral Palsiye ketiye, girêdayî makîneyan dikare bijî. Ji ber qutbûna ceyranê amûra wî şewitî ye, ew bênefes maye.
Girtiyê nexweş Onder Poyraz ê ku tevî rapora wî ya ji sedî 50’î ya astengdariyê heye jî nayê berdan û di hûcreya yek kesî de tê ragirtin. Hevjîna wî Firdevs Poyraz got ku hevjînê wê nikare di van şert û mercan de li girtîgehê bimînê û xwest ku demildest bê berdan.
Nûnerên partiya sosyalîst diyar kirin ku Tirkiye dixwaze li dijî gelê kurd “qirkirinê” pêk bîne, herêmê dagir bike û li dijî êrişên Tirkiyeyê banga têkoşîneke hevpar a mil bidin milê hev kirin.
Rojnamevan Fehîm Işik diyar kir ku Tirkiye li dijî Herêma Kurdistanê tenê ne di warê leşkerî de êriş dike di heman demê de êrişî aborî, çand û siyasetê jî dike û got: “PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike.”
Dosyeya doza kuştina 2 polîsan ku desthilatdariyê kir sedema qedandina “Pêvajoya Çareseriyê” 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin. Parêzerê dozê Eyup Sabrî Tînaş diyar kir ku nayê xwestin ku faîlên rastîn bên dîtin û got: “Ev dosye bi awayek taybet tê sekinandin.”
Hat ragihandin ku ji 14’ê tîrmehê vir ve wênegir Mûrat Yazar ê li Herêma Kurdistanê winda bûye agahî jê nayê girtin.
Nobedên li dijî qeyûmê Şaredariya Colemêrgê berdewam dikin. Di nobedan de bang li desthilatdariyê hat kirin ku dest ji zîhniyeta qeyûman berde.
Li Geverê maça fînalê ya Tûrnavaya Fûtbolê yê Gulistan Dokû hat lîstin. Di encama maçan de Cevîzlîspor bû şamiyon.
Li gelek navendan êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê ku bi hevkariya PDK'ê tên kirin hatin protestokirin. Bang li PDK’ê hat kirin ku dest ji xiyanet û hevkariya ku dike berde.
Hate diyarkirin ku girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîs Çelîk rastî pêkanînên “keyfî” hatiye, cezayê hucreyê lê hatiye birîn û dest danîne ser çûkên wî yên muhebetê.
Malbatên girtiyan û parazvanên mafên mirovan li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî pek anîn û xwestin Abdulkadir Kuday û Kudbettin Menteş serbest bên berdan.
Hate diyarkirin ku li Efrînê ji aliyê hêzên paramîlîter yên girêdayî Tirkiyeyê ve 9 kes hatin revandin.