Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
- rojane
- 16:20 13/7/2024
Rojnamevan Sadik Topaloglû yê 3 roj berê hatibû binçavkirin, piştî îfadeyên li emniyetê wî birin edliyeyê.
Rojnamevan Sadik Topaloglû yê 3 roj berê hatibû binçavkirin, piştî îfadeyên li emniyetê wî birin edliyeyê.
Li Mêrsînê bîranîna berxwedêrên çalakiya rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
Komîsyonên girtîgehan ên ÎHD'ê li Îzmîr, Enqere û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin û xwestin girtiyên nexweş Leyla Aygun, Hanîfe Aslan û Abdulhalîm Kaya bên berdan.
Pêkhateyên Platforma Parastina Bajêr a Amedê serdana kafeyên Hewş û Kargayê kirin û gotin: “Em ê destûr nedin van êrişên ku zirarê didin çand û jiyana bajarê me.”
Cenazeyê endamê HPG’ê Barzan Numaş ê li herêma Masîro di şer de jiyana xwe ji dest dabû piştî 38 rojan radestî malbatê hatibû kirin. Bi girseyî serdana şîna wî hat kirin. Girse piştî şînê çû ser mewlûda endamê HPG’ê Sercan Erkol.
Di çalakiya Dayikên Şemiyê de li aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk ên bi destê Hîzbullahê hatin windakirin hat pirsîn. Neviya Îbrahîm Çelîk, Şevîn Çelîk nameya nivîsandibû xwend û got: “Ez neviyê Şemiyê me ku li Galatasarayê mezin bûm e. Çima ez li Galatasarayê me? Ez dixwazim bizanibim bê çi bi kalê min û xalê min hatiye. Ez dixwazim gorek wan hebe."
Li navçeya Sûrê şeva 11’ê tîrmehê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin.
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li aqûbeta Recaî Aydin û Îsa Efe yên hatin windakirin û li faîlên Resûl Ercan ê hat qetilkirin pirsîn. Hat gotin ku wê têkoşîna ji bo windayan berdewam bike.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên ku piştî daxuyaniyên Erdogan ên derbarê Sûriyê de bi rola navbeynkariyê radibe diyar kir ku ji bo hevdîtina di navbera Tirkiye û Sûriyê de lihevkirinek hatiye kirin, lê heta niha dîrokeke zelal nehatiye diyarkirin.
Li navçeya Serekaniyê ya Rihayê A.R. ê ku hat binçavkirin got: “Polîsek di binçavan de ji min re got, ‘çi karê te li partiyê heye, biçe bi keçikan re bigiere’. Polîsek jî Sirûda Îstîklalê anî û xwest bi min bide xwendin.”
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku dixwazin dîsa DAIŞ’ê li herêmê bi cih bikin û dîsa bikin gola xwînê. Uçar xwest demildest dawî li dagirkeriyê bînin.
Dezgeha Dijeterorê ya Silêmaniyê ragihand ku şeva borî li bajarê Silêmaniyê di operasyonekê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
33 qurbaniyên ku li ser rêwîtiya xeyalan ji aliyê DAIŞ’ê ve li Pirsûsê hatin qetilkirin, dê bi rêzeçlakiyên cuda bên bibîranîn.
Li gundê Deywanê ya Kerboranê qedexeya derketina derve hat rakirin û kesên hatibûn binçavkirin jî hatin berdan.
Hat xwestin ku cerdevanan bibin herêmên şer ên li Zap, Avaşîn û Metîna. Cerdevan ji ber vê yekê îstafa kirin. Tevî ku gef li cerdevanan hat xwarin jî çûna operasyonê red kirin. Dîroka birina cerdevanan 17’ê tîrmehê hat diyarkirin.