Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
- rojane
- 09:02 12/6
Welatiyên Wanê bertek nîşanî paketa darazê dan, xwestin girtî werin berdan û gotin ku neberdana girtiyan baweriya wan dişikîne.
Welatiyên Wanê bertek nîşanî paketa darazê dan, xwestin girtî werin berdan û gotin ku neberdana girtiyan baweriya wan dişikîne.
Yek ji rêveberên kampanyaya “Ji Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” û Berdevka Navneteweyî ya Sendîkaya Perwerdeya Neteweyî ya Ingilistanê Louise Regan, diyar kir ku ji bo pêvajoya nû pêş bikeve divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve were berdan.
Parêzer Jiyan Ozkaplan, ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu ku dê sibê bê darizandin got, "Îdîanameyek bêhiqûqî hatiye amadekirin û ev yek li hemberî rojnamegerekî wekî tacîza darazê tê bikaranîn.”
Şêniyên gundên Elkê yên bûne mexdûrên polîtîkayên “ewlehiyê”, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê lê bi şertê ku dewlet ji bo aştiyê gavên şênber biavêjin.
Malbata girtiyê nexweşê giran Îlyas Arat ji bo dermankirinê serî li Wezareta Dadê û rêveberiya girtîgehê da.
Mûstafa Çukur ku keça wî Rozerîn Çukur li Sûrê hatibû qetilkirin, diyar kir ku divê her kes xwedî li pêvajoya bi pêşengtiya Abdullah Ocalan derkeve û got: “Min zaroka xwe winda kir lê êdî bes e û bila kesek zarokên xwe winda nekin.”
Dêrûnnas Dûygû Berekatoglû, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal nêzîkatiya nîjadberest a xebatkareke şîrketa Pegasûsê ku balafira wê ji Stenbolê diçû bo Amedê, li dijî welatiyên ku bi Tirki nizanin teşhîr kir.
ÎHD’ê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî da. ÎHD’ê, diyar kir ku 10’emîn Pakêta Darazê daxwazên wan bicih ne aniye û xwest girtiyên nexweş tavilê bên berdan.
Li Şirnexê kesê bi navê Yûsûf A. li ser giliyê “tecawizê 4 zarokan kiriye” hate binçavkirin.
Platforma Şiyar Be! Têkoşîna Li Dijî Tiryakê dê sibe ji Qada Şêx Seîd heta Birca Keçikê meşê li dar bixe. Platformê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê banga tevlibûna meşê kir.
Birayê girtiyê 30 salî Nîhat Şahîn ku berdana wî hatibû taloqkirin Ekrem Şahîn, diyar kir ku ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin.
Piştî girtina şaredarên Avcilar, Buyukçekmece û Gazîosmanpaşayê, hilbijartinên serokwekîlan tên kirin. Di hilbijartina Gazîosmanpaşayê de namzetê AKP’ê bi ser ket.
Hevserokê DAD’ê Zeynel Kete diyar kir ku daxwazên Elewiyan û hemû derdorên bawerî û bindestan dikare bi pêvajoya aştiyê re veguherin destkeftiyan û got: “Şêweyê baweriyê û civaka Elewiyan û modela civaka demokratîk gelek dişibin hev.”
Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku li girtîgehê du caran krîza dil derbas kiribû, serlêdan hate kirin.