Di madena bêrûxset de hezaz çêbû: Karkerek di bin de ma
- rojane
- 12:52 17/7/2024
Li Zonguldakê di kaneke madenê ya bêrûxset de hezaz çêbû. Karkerek di bin hezazê de ma.
Li Zonguldakê di kaneke madenê ya bêrûxset de hezaz çêbû. Karkerek di bin hezazê de ma.
Derheqê Huseyîn Beyoglû yê AKP’î de ku ji ber bertîlê doz lê hatibû vekirin, biryara girtinê hate dayîn.
Endamên Komîsyona Ekolojiyê yê DEM Partiyê bal kişand ser birîna daran a li Şirnexê û wiha gotin: “Divê ev polîtîkayên talanê bên rawestandin.”
Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ehmed Karamûs li Hewlêrê serdana aliyên siyasî yên Komelgeha Dadgerî, Partiya Parêzgeran û Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk kir. Di serdanê de li ser pêwîstiya yekitiya neteweyî û helwestek hevpar ya li dijî leşkerkêşan û êrişa dagirkeriya dewleta tirk hate axivîn.
Hate diyarkirin ku dewleta tirk duh bi şev gundê Guherzê yê Amêdiyê bombebaran kiriye û li herêmê şewat derketiye.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da hinek bajaran.
Di doza Necmettîn Fendîk ê li Geverê ji aliyê polîsan ve hat kuştin de, mutala hat amadekirin û hat îdiakirin ku di bûyerê de tiştekî bi qestî hatibe kirin tune ye.
Rojnamevan Keser Buldan diyar kir ku Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê berfirehtir kiriye û diyar kir ku êriş li herêmên Girê Bahar, Sergelê û Guherzê pêk dijwar bûne.
Malbatên girtiyan piştî girtiyan dawî li çalakiya xwe anîn li girtîgehên hevdîtin pêk anîn. Malbatan diyar kir ku girtiyên wan dixwazin demildest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û divê têkoşîna li dijî tecrîdê bidome.
"Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re" ya li Colemêrgê di roja 12’emîn de bi beşdariya komên ji Mûş û Wanê hatine berdewam kir.
Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Serdeştê komek kolber gulebaran kirin. Di êrişê de kolberek hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn.
Tîma Avakirina Aştiya Civakî bîlançoya mehekê ya êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê eşkere kir û got: “Di mehekê de 9 gund hatin valakirin û 184 malbat jî hatin koçberkirin.”
Di nobeda li dijî qeyûm a li Stenbolê ku berdewam dike de hat gotin ku ew dikarin bi têkoşîna yekgirtî rê li ber qeyûman bigirin.
OHD'ê têkildarî îşkenceya li gundê Marînê yê Nisêbînê di serdegirtina malan de li welatiyan hatibû kirin, der barê Wekîlê Fermandarê Leşkeriyê yê Qoserê Kamîl Aksoy de gilî kir.