Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
- rojane
- 10:28 13/7/2024
Li gundê Deywanê ya Kerboranê qedexeya derketina derve hat rakirin û kesên hatibûn binçavkirin jî hatin berdan.
Li gundê Deywanê ya Kerboranê qedexeya derketina derve hat rakirin û kesên hatibûn binçavkirin jî hatin berdan.
Hat xwestin ku cerdevanan bibin herêmên şer ên li Zap, Avaşîn û Metîna. Cerdevan ji ber vê yekê îstafa kirin. Tevî ku gef li cerdevanan hat xwarin jî çûna operasyonê red kirin. Dîroka birina cerdevanan 17’ê tîrmehê hat diyarkirin.
Rêveberê Komeleya Lêkolîn û Piştevaniyê ya 78’an û şahidê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Huseyîn Bariş got: “Têkoşîna demokratîk a ku li cîhanê belav bûye, encama berxwedana 14’ê Tîrmehê ye. Çarenûsa vî gelê wê demê hat guherandin."
Rojnamevan Zeynep Boran, armancên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe nirxandin û got: "Tirkiye ji aliyekî ve komên paramîlîter ên ku li eniya şer nikarîbû kontrol bike wê ji holê rake û li aliyê din jî wê komên çete yên li pêşiya lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re asteng in ji holê rake."
Derket holê ku goristana endamên PKK’ê ya li Çiyayê Gabarê ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatiye rûxandin û kêlikên goran ji şûna wan hatine derxistin.
Waniyan anî ziman ku krîza aborî xizaniya 30 sal berê aniye serê wan û gotin: "Sedema xerabûna aboriyê jî diziya li welêt e."
Di meha dawî de 16 girtiyên siyasî yên li girtîgehên Îzmîrê, bêyî haya wan jê çêbibe bi awayekî kelemçekirî sewqî girtîgehên din hatin kirin. Parêzera OHD'î Eylem Zengîn diyar kir ku kesên hatine sewqkirin 30 sal in girtî ne û sewqî girtîgehên nû hatine vekirin hatine kirin.
Çalakî û xwepêşandanên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek welatên dinyayê berdewam dikin. Di 14’ê Tîrmehê de wê li gelek bajarên Almanya bi girseyî tecrîd were protestokirin.
Hevberdevkê DBP’ê yê Herêma Marmarayê û nivîskar Mevlut Aykoç diyar kir ku divê her kes li ber êrişên li ser başûrê Kurdistanê rabin û bang li rêxistinên Kurdistanê kir ku li dijî êrişan bi hev re tevger bikin.
Girtî Yakûp Akman ê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de ketibû çalakiya greva birçîbûnê xistin hucreya yek kesî. Dayik Fince Akman wiha got: “Ji vê dewletê hêviyeke me nîne, bila serokatiya me û zarokên me bidin bes e.”
Dayika hunermend Nûdem Durak a ji ber stranbêjiya bi kurdî hat girtin Xecê Durak diyar kir ku nexweşiya keça wê lê belav dibe û got: "Divê demildest bê berdan. Nikare di girtîgehê de bimîne.”
Di çalakiyên "Deng bide azadiyê” yên bi pêşengiya xizmên girtiyan tên lidarxistin de, hat xwestin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê ya ku zêdetirî 40 meh in didome û bêhiqûqiya li zindanan dengê xwe bilind bikin.
Li herêma Çiyayê Bagokê ku operasyon lê hatiye destpêkirin, tevgera helîkopterên leşkerî heye.
Li şaxa komeleya aydê AGD’ê destdirêjî li 13 zarokan hatibû kirin. Der barê nûçeyên destdirêjiyê de biryara astengkirinê hat dayîn.