Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin
- rojane
- 09:05 11/7/2024
Hevjînê girtiyê nexweş Yaşar Bayar, Dîlber Bayar bi lêv kir ku bêyî ku delîl hebin hevjînê wê hatiye girtin û 42 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye erêkirin û got: "Piştî erêkirina cezayê hevjînê min hat erêkirin, wî xistin hûcreya yek kesî. Tevî nexweşiya wî ya çav û piştê heye jî tedawiya wî nayê kirin."