Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
- rojane
- 10:20 03/7/2024
Komeke nîjadperest li navçeya Serîkê êrişî zarokê 17 salî yê sûriyeyî Ahmet Handan El Naîf kirin û qetil kirin.
Komeke nîjadperest li navçeya Serîkê êrişî zarokê 17 salî yê sûriyeyî Ahmet Handan El Naîf kirin û qetil kirin.
Derket holê ku Nazli Sancar a her hefteyê dihat li pêşiya DEM Partiyê û heqaret li partiyiyan dikir, di dema qeyûm de her meh, di bin navê ‘alikariyê’ de pere stendiye.
Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê Omer Yilmaz diyar kir ku îktîdar hewl dide pergaleke perwerdeyê ya paşverû ava bike û wiha got: “Divê malbat li dijî bêedaletiyên di perwerdeyê de dengê xwe bilind bikin û ji bo pêşeroja zarokên xwe, xwe birêxistin bikin.”
Di rapora pispor a têkildarî çêkirina HES’ê ya li ser Çemê Zorê de hat gotin wê HES ekosîstemê tune bike û bi pirdengiyê biryar hat dayîn ku çêkirina HES’ê ne guncav e.
Hasret Kaçar û Nûrettîn Tekîn ên 16 roj berî niha di operasyona leşkerî ya li Herêma Mawa de birîndar bûn. Malbatên wan ên ji zarokên xwe agahî nagirin ji bo hiqûqa heyî were sepandin bang kirin.
Di qezaya li ser rêya Riha-Dîlokê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan di roja 220’emîn de didome.
Rojnamevan Armanc Herekol ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe nirxandin, got ku heke Tirkiye di êrişan de bi ser bikeve wê tevahiya Başûr bandorê ji êrişan bigire.
Hat diyarkirin ku gardiyanan Nûrettîn Kaya yê li dijî rawestandina sewqên ji bo girtîgehên wekî "çalan" bê rawestandin di rojiya mirinê de ye kontrol dikin bê ka miriye yan na û Alîşan Gul ê bi heman daxwazê di rojiya mirinê de ye jî bi zorê li ser pêyan disekine.
Selver Karakoç ê ragihand ku platîna di lingê keça wê Zeynep Gonca Karakoç a li Girtîgeha Şakranê de şikiyaye û ji ber vê keça wê bi zorê dimeşe û got: "Em bi fikar in."
Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr di çalakiya nobedê ya li Qada Şîşhane ya li dijî desteserkirina îradeyê de axivî û got, "Çanda komkujî û bêhiqûqiyê ya li vî welatî nîşan dide ku welat demokratîk nebûye. Çareseriya vê bi têkoşîna hevpar e."
Kesên tevlî çalakiya "Ji Îradeyê re rêzê bigirin" bûn peyama ,"Em ê têkoşîna xwe bidomînin" dan.
Li bajarê Wanê ji bo meşa "Rêzgirtina Li Vînê' ku dê sibehê li Wanê dest pê bike, belavok hat belavkirin û banga tevlîbûna meşê hat kirin.
Li Stenbol, Wan û Îzmîrê qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn.