ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
- rojane
- 09:00 02/7/2024
Êrişa nijadperest ku li Qeyseriyê li dijî penaberên Sûriyeyê dest pê kir, duh bi şev belavî gelek bajaran bû.
Li Semsûrê mamoste Fûrkan Guneş ê nehate tayînkirin, neçarî întîharê hate kirin.
Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Mehmet Ozhasekî û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji peywîrê hatin girtin.
Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe û heyeta pê re herî dawî li Stenbolê bi saziyên hiqûqî re hevdîtin kirin. Di civînê de hat diyarkirin ku bêhiqûqiya tayînkirina qeyûman hat destnîşankirin û ji bo eşkerekirina tiştên qewimîne divê dengê hevpar bê bilindkirin.
Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe di çalakiya nobedê ya li Qada Şîşhane ya li dijî desteserkirina îradeyê de axivî û got: “Ew ê nikaribin vê têkoşîn, biryardarî û yekîtiyê bişkînin û me bitirsînin. Em li qadan in, em ê dev jê bernedin.”
"Meşa Rêzgirtina li Vînê" ya ku DEM Partiyê li Stenbolê dabû destpêkirin, gihaşt Edeneyê.
Di doza Parlamentera berê ya HDP'ê ya Amedê Semra Guzel biryara berdanê nehat dayin. Şahidê veşartî yê ku di dozê de hat guhdarkirin Ezel diyar kir ku îfadeyên ku der barê Semra de daye ji aliyê kesên sêyemîn bihîstiye.
Di çalakiyên bi dirûşmeya "deng bide azadiyê" de ku li gelek bajaran bi pêşengiya xizmên girtiyan tên lidarxistin de, doza azadiya fizîkî ay Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin.
OHD û Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê serî li Dadgeha Îdareyê ya Wanê dan.
Li navçeya Melîkgazî faîlê ku îstîsmara zayendî li hemberî zaroka 7 salî pêk anîbû, hat girtin.
Di Doza Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê de biryar hate dayîn. Li 10 bersûcan cezayê muebbeta giran hate birîn.
Baroya Şirnexê têkildarî talankirina xwezaya li Botanê diyar kir ku ew ê li dijî vê talankirinê dest bi hewldanan bikin û pêvajoyê bişopînin.
Li Sêweregê cotkarên ku nikarin ji ber birîna ceyranê zeviyên xwe av bidin, DEDAŞ şermezar kirin û rê girtin.
Qeymeqamtiya Çelê derheqê tacîza çawişên pispor a li dijî du zarokan de daxuyanî da. Qeymeqamtiyê bi gotina “Bi destên hev girtine” hewl da tacîzê rewa bike û veşêre.