Tecrîda mutleq a li Îmraliyê di meha 40'emîn de ye
- rojane
- 09:05 25/6/2024
Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 40'emîn. 561 serlêdanên di vê pêvajoyê de hatin kirin bê encam man.
Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 40'emîn. 561 serlêdanên di vê pêvajoyê de hatin kirin bê encam man.
Endamê Meclisa Şaredariya Colemêrgê Şaban Alkan qeyûm weke pergala talan û diziyê pênase kir û got: “Em vîna gelê Colemêrgê ne û li vir in.” Hevşaredar Viyan Tekçe jî li dijî qeyûm banga hevgirtinê kir.
Li Çiyayê Gabarê ku talan û xesar lê didome, Walîtiya Şirnexê bi hinceta parastina lûleyên petrolê li gundên Gabarê dest bi çêkirina qereqolan kir. Li gundên Hêtman û Cêleka ku çêkirina qereqolan dest pê kir, li gundê Hespistê jî di hewşa welatiyekî de qereqol tê çêkirin.
Hat zanîn ku dewleta tirk konvoyeke ji 40 wesayîtên zirxî pêk tê sewqî bajarê Amediyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê kir.
Li Manîsayê bi pileya 5.0’ê erdhej çêbû.
Di nobetali Stenbolê de ku di roja 17’an de berdewam dike, şewatên ku li Amed û Mêrdînê derketine hatin bibîrxistin û hat destnîşankirin ku ew ê li dijî her cure polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin têbikoşin.
Li Enqere û Îzmîrê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê çalakiya nobetê berdewam dike. Di çalakiyan de hate gotin ku wê qeyûm û desthilat biçe.
Şandeya CHP'ê li qadên şewatê lêkolîn kir û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest. Piştre jî serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir.
Di çalakiyên “Deng bide azadiyê” de ku di pêşengtiya malbatên girtiyan û rêxistinên sivîl ên civakî tên lidarxistin de hate diyarkirin ku tecrîd yekane astengiya li pêşiya azadî û aştiyê ye û hate xwestin ku were rakirin.
Wezareta Koçberî û Penaberiyê ya Iraqê ragihand ku 397 êzidiyên li kampên Dihokê diman vegeriyane Şengalê.
Selma Bîçek a AKP’î ku di serdema qeyûm de Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dikir, tayînî Midûriyeta Bajar a ÎŞKUR’ê hate kirin.
Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma erçe diyar kir ku dê Komkujiya Madimakê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin û banga têkoşîna hevpar kir.
Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a kurkçulerê 12 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa Y a Suluca ya Edeneyê hatin kirin.
Li Amedê ji wan komên ku êrişî Burger King û Starbucksê kiribûn, 16 êrişkar hatin binçavkirin.