Berxwedana li dijî qeyûm didome
- rojane
- 22:59 18/6/2024
Li gelek bajaran li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê çalakî û xebatên hatin lidarxistin.
Li gelek bajaran li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê çalakî û xebatên hatin lidarxistin.
Hunermend Vedat Erîncîn anî ziman ku tayînkiirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê ji mafê bijartin û bijirînê re “darbe” ye.
LKP'î Halîl Aksakal ê di sala 2015'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabû bi ser gora xwe hate bîranîn.
Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tûncer Bakirhan di serdana Şaredariya Mûşê de axiavî û wiha got: “Mûş dê xizmeta heq kiriye bibîne.”
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Şirnexê serdanên xwe yên şaredariyan didomîne wiha got: “Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû.”
Li gorî îstatîstîkên Tîmên Fileh ên Aştiyê Tirkiye di 6 mehên sala 2024’an de herî kêm 833 caran Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kir. Di êrişan de 8 sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Li mezraya Tunagragê ya navçeya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin. Yek ji welatiyan Kadriye Karatay bi gotinên “Beriya niha kesên em difikirin ku ji îstîxbaratê ne hatine gund. Bawer im wan pê ve kirine. Mahremiyeta me tê binpêkirin û tên temaşekirin” bertek nîşan da.
Li Erdexanê ji ber barîna zêde ya gijlokê wesayîtan nekarîn tev bigerin. Ji ber barînê, rê spî bûn.
Ciwanê bi navê Vedat Înalcan ku ji ber germa zêde kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da.
Li Senayiya Organîze ya Çerm a Tûzlayê ji ber sedemeke ne diyar şewat derket. Xebatên vemirandina şewatê didomin.
Wezareta Guherîna Avhewa, Bajarvanî û Hawîrdorê ji bo 84 turbînên RES’ê ku tê plankirin dê li navçeyên Mîlas, Koycegîz, Ûla û Bodrûmê bên danîn, destûr da ku 36 hezar û 214 dar bên birîn.
Girtiyê edlî Mecît Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dihate ragirtin, duh li revîra ku birinê jê re hate gotin ku “tiştekî te nîne” û piştî ku şandin qawişê demekî kurt krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
115 kesên ku nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen di nav de bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê dan, anîn ziman ku mafê bijartin û hilbijartinê mafekî dest nayêdayîn e û xwest her kes hurmetê nîşanî vî mafî bidin û qeyûm demildest bi paş ve were kişandin.”
Hate diyarkirin ku li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kirine û di encamê de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 60 kes jî winda ne.
Siyasetmedarê dîl girtî Alp Altinors diyar kir ku di navbera Dozên Gezî û Kobanê de tu ferq nîne û wiha got: “Komara Demokratîk fikra hevpar a çîna karkeran û gelê kurd ê bindest e. Duh HDP û îro jî DEM Partî, partiyên vê fikrê ne.”