Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin
- rojane
- 10:46 13/6/2024
Alî Konar ku birayê wî Omer Hayrî Konar li Girtîgeha Îmraliyê de tecrîdê de tê ragirtin, li Xarpêtê hate binçavkirin.
Alî Konar ku birayê wî Omer Hayrî Konar li Girtîgeha Îmraliyê de tecrîdê de tê ragirtin, li Xarpêtê hate binçavkirin.
Wezareta Karên Hundir ragihand ku li 16 bajaran bi giştî 58 kes hatine binçavkirin.
Derket holê ku namzeta AKP’ê Ayşegul Bîçer a ku li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê provokatoriyê dikir, tevî ku ew û hevjînê xwe ne xebatkarên Şaredariya Rezanê bûne jî lê her meh meaş wergirtine.
Di doza Denîz Poyraz de tetîkkêş hatin cezakirin, lê hêzên li pişt nehatin aşkerekirin. Parêzer Turkan Aslan Agaç diyar kir ku dixwazin dosyaya li Dadgeha Bilind e were xerakirin û “faîlên siyasî” yên li pişt bûyerê bên aşkerekirin.
Çûyîna Hevşaredara Peyasê Gulşen Sîncar a derveyî welat hate astengkirin û bi hinceta “şerha îdarî” dest danîn ser pasaporta wê.
Welatiyê bi navê Hasan Çelîk ê ji sedî 52 astengdar, li dijî xespkirina îradeyê ya li Colemêrgê li Êlihê tev li çalakiya nobetê bûye. Çelîk, wiha got: “Heta ku qeyûm diçin em ê li vê derê bin.”
Welatiyên beşdarî kongreya MEBYA-DER’ê bûn diyar kirin ku çareseriya pirsgirêka kurd bi azadkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e.
Hunermend Berna Laçîn tayinkirina qeyûm wekî "dagirkeriyê", Nûr Surer wekî "îpotekkirina vîna gelê kurd" û derhêner Emîn Alper jî wekî "darbeya siyasî" pênase kir.
Welatiyên Amed û Êlihê yên dixwazin tev li mitînga Colemêrgê ya li dijî tayînkirina qeyûm tê lidarxistin bibin, bi rê ketin.
Parêzer Guçlu Sevîmlî diyar kir ku tayinkirina qeyûman li dijî destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye û got: "Siyaseta qeyûm, rêbiriyeke polîtîk e."
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan kete roja 200’an.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê, li dijî xespkirina îradeyê meş pêk anîn.
Di çalakiyên nobedê yên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê de hat destnîşankirin ku wê di mitînga sibê de ya li Colemêrgê peyameke xurt bê dayîn.
Rêveberê DEM Partî yê Êlihê Bariş Avşar li edliyeyê hat derbkirin û binçavkirin.