Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
- rojane
- 08:20 10/6/2024
Hejmara 234’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN” derket.
Hejmara 234’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN” derket.
Çalakiyên nobetê yên li dijî tayînkirina qeyûm ku li ber şaredariyên DEM Partiyê tên lidarxistin, di roja 6'emîn de berdewam kir.
Li Amedê bi hezaran kes astengiya polîsan ji pêşiya xwe rakir û meşiyan ber şaredariyê. Hevserokên Giştî yên DBP'ê diyar kirin ku ew ê rê nedin qeyûmên Erdogan û Bahçelî û heta dawiyê xwedî li îradeya gelê xwe derkevin.
Li Colemêrgê dijî tayînkirina qeyûm dê mitîng bê lidarxistin. Beriya mitîngê bi 3 rojan dê meş bên lidarxistin. Starta meşê sibê ji Şemzînan dest pê dike.
DEM Partî li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê li Qada Esenyûrta Stenbolê çalakiya protestoyê li dar xist. Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek li dijî qeyûm banga têkoşînê kir û got: "Bijî berxwedana gelê kurd."
Rojnameya Yenî Şafakê piştî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pereyê ku qeyûm dida wê ji ser wê qut kir, şaredarî wekî "terorîst" îlan kir.
Rêxistinên MEBYA-DER, MED TUHAD- FED û TUAY-DER'ê têkildarî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê daxuyanî dan û gotin: "Bila tu kes zorê li serba kurdan kene."
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayindir, di civîna malbatan de axivî û bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Bi polîtîkayên dagirkerî, mêtîngerî û qeyûman ev pirsgirêk çareser nabe. Roj roja çareserî û azadiyê ye."
Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê ji bo mîtînga 13'ê hezîranê bang kir û got: "Li Colemergê niha dema mezinkirina têkoşînê û paşvekişandina qeyûm e."
Li gundê Mêrgê yê Qilebanê birûskê li keriyê pez xist. Di bûyerê de 140 mihê mêjin mirin.
Profesorê hiqûqa navneteweyî Norman Peach diyar kir ku rewşa ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê de ye û bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin li dijî hiqûqa navneteweyî ye.
Girtiyên siyasî bi daxaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" ji 4'ê nîsanê ve dernakevin dadgehê û dernakevin hevdîtina bi malbatan re.
Rojnameger Keser Buldan êrîşên Tirkiyeyê ku li dijî herêmê berdewam dike nirxand û diyar kir ku Tirkiye serkeftina ku dixwaze nikare bi dest bixe û wiha got: "Tirkiye tevî ku çekên kîmyewî yên qedexekirî bikar tîne jî nikare serkeftinê bi dest bixe."
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan der barê pêvajoyê de nirxandin kir. Dogan anî ziman ku dê di 13'ê hezîranê de li dijî polîtîkayên qeyûman li Colemêrgê mîtîngê pêk bînin.
Girtî Nûrettîn Kaya ku ji bo girtîgehên Tîpên Y, S û Ewlekariya Bilind bên girtin, 234 roj in di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan.