ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
- rojane
- 09:00 03/12/2024
Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Helebê 2 li Til Rifetê jî kesek qetil kirin.
Polîsan êrîşî girseya ku li qada Şîşhane ya Stenbolê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto dikirin kir û gelek kes hatin binçavkirin.
Xebatkarê Weşanxaneya Aramê Delîl Zengeralpê ku hat binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan serbest hat berdan.
Polîsên êrişî girseya ku li qada Şîşhane ya Stenbolê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto dikirin kir û nêzî 50 kesan binçav kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi mebesta ku xizmeteke baştir ji astengdar û kal û pîran re bike, Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan vekir.
Şaredariya Artukluyê tespît kir ku di ewraqan de sextekarî hatiye kirin û serlêdana sûc kilr.
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak di serdana şandeya navneteweyî de axivî û got: “Pirsgirêkên demokratîkbûna Tirkiyeyê û ya kurd dikare bi rakirina tecrîdê bên çareserkirin.”
Êrişên komên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê li bajaran hatin protestokirin.
Tehliyeya girtiya nexweş Besra Erol a 66 salî ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê ragirtin, salekê hate taloqkirin.
Çalakiyên protestokirina qeyûm ên li Miksê di roja 4’emîn de didomin. Di çalakiya îro de wiha hate gotin: “Qeyûm, nelirêtî û talan e.”
Ji bo pirtûka “Dildarê Serkeftinê” ya Weşanên Aramê bi hinceta “îxbarê” biryara komkirinê hate dayin.
Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Silopiyayê hatin protestkirin. Di çalakiyê de banga xwedîderketina li Rojava hate kirin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak bertek nîşanî girtina Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar da û wiha got: “Gelê me dê bersivê bide vê bêhediyê. Îradeya hilbijartî, rûmeta me ye.”
Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê ragihandin ku wan li dijî komkujiyeke îxtîmalî ya komên paramîlîter, biryara tehliyekirina sivîlan a ji herêmê dane.