Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
- rojane
- 14:43 17
Meclisa Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û li dijî êrişan banga yekitiyê li her çar parçeyên Kurdistanê kirin.
Meclisa Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û li dijî êrişan banga yekitiyê li her çar parçeyên Kurdistanê kirin.
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin di roja 5’an de didome.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî di danişîna ewil a doza xwe de hate berdan.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir bang li Meclisê û partiyên siyasî kir ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de berpirsyartiyê li xwe bigirin û xweste Meclis bi vê rojêvê bicive.
Di serdegirtinên malan ên li Dêrsimê de 4 kes hatin binçavkirin.
Beriya danişîna doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî hate dayin û wiha hate gotin: “Ziman û çanda Kurdî, hebûna me ye.”
Ji ber berfa zêde ya li Wanê bariyayî rêya 21 gundan hatin girtin.
Welatiyên meşvanên “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” ber bi Enqereyê ve oxir kirin anîn ziman kul navnîşana çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.
Siyasetmedar Ayten Kordu ku beşdarî "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" bû, diyar kir ku ew ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk dixwazin. Hevserokê Giştî yê DAD’ê Zeynel Kete destnîşan kir ku divê polîtîkayên yekperest bi dawî bibin.
Serokê Komeleya Yekitiya Suryanan Yunanna Aktaş ku di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de cih digire, diyar kir ku Rêveberiya Xweser temînata nasnameyên cuda ye û wiha got: “Pêşeroja Sûriyeyê, girêdayî parastina Rêveberiya Xweser e.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr da zanîn ku “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” dê di 19’ê Kanûnê de li Edeneyê be û wiha got: “Em bi hev re daxwaza xwe ya çareseriyê biqîrin.”
Hiqûqnas, rewşenbîr û hunermendan diyar kirin ku divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin, mesele tenê pirsgirêka kurd nîn e, meseleya Tirkiyeyê ye û dê hewldanên xwe yên ji bo çareseriyê bidomînin.
Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, wiha got: “Em bi eşkereyî radigihînin; weke PKK em li Rojava tune ne. Tu têkiliya me bi rêxistineke li wir re nîne.”
Tirkiyeya ku li Sûriyeyê bi binpêkirinên xwe yên mafên mirovan di raporên NY'yê de cih digire, li welêt êrişên nû dan destpêkirin. Malbata Anna Campbellê 7 sal in nikare cenazeyê keça xwe wergire.