Afîşên bi kurdî birin meclisê

img
ŞIRNEX - Wekîla HDP'ê Leyla Bîrlîk, afîşên ku qeyûmê Şaredariya Cizîrê li ser otobusan rakirin bir meclisê û bi pêşnûme pirsekê ev ji Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu pirsî.
 
Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Leyla Bîrlîk, bal kişand ser afîşên bi zimanê kurdî yên ku bi fermana qeyûmê Şaredariya Cizîra Şirnexê ji otobusan rakirine û ev mijar bir meclisê. Bîrlîk di pêşnûme pirsek ku da meclisê de, xwest Wezîre Karê Hundur Suleyman Soylu bersivê bide pirsên wê. Bîrlîk dibistanên wekî Nûbihara Piçûkan a Zarokan, Bêrîvan û Melayê Cizîrî ku bi zimanê kurdî perwerde dinan jî bi bîr xist û aşkera kir ku ev dibistan jî hatine girtin û ev wekî polîtîkayeke taybet a li dijî kurdî pênase kir.
 
Bîrlîk ji bo Soylu bibersivîne ev pirs pirsîn:
 
* Çima zimanê bi milyonan kurdî wekî sûc tê dîtin?
 
* Sedema rakirina afîşên bi zimanê kurdî yên di otobusên nava bajêr de çî ye? 
 
* Her çendî mirovên pispor aşkera dikin ku perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo zarokan tişta nebe nabe ye, çima saziyên bi zimanê kurdî perwerdeyê didin tên girtin?
 
* Piştî li Cizîrê dibistan hatin girtin û afîşên bi zimanê kurdî yên li ser otobusên bajêr hatin rakirin, gelo der barê qeyûmê ferman dayî de lêpirsîn hatiye destpêkirin?
 
* Dê kêngê li Tirkiyeyê zimanê kurdî bigihêje statuya qanûnî?