HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir

img
STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, derbarê nîqaşên budçeyê yên li Meclîsê dewam dikin de, li Sariyerê belavok belav kirin.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, derbarê nîqaşên budçeyê yên li Lijneya Giştî ya Meclîsê dewam dikin de, li Sariyerê belavok belav kirin. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût û rêveberiyên navçeya Sariyerê beşdarî bernameya belavok belavkirinê bûn. 
 
HDP'iyên di çarçoveya bernameyê de, dikandarên Sariyerê jî ziyaret kirin, pirsgirêkên dikandaran guhdar kirin û derbarê budçeyê de gel agadar kirin.