HDP'ê Wezîr Donmez bi dovîzan pêşwazî kir

img
ENQERE - HDP'ê, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Fatîh Donmez, bi dovîzên "Ji nukleerê re na" û "ji santralên termîk re na" pêşwazî kir. 
 
Li Komîsyona Budçe û Plan a Meclisê, hevdîtinên li ser budçeya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî û saziyên girêdayî wê dest pê kirin. Endamên Komîsyonê Parlamenterên HDP'ê di hevdîtinan de Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Fatîh Donmez, bi dovîzên "Ji nukleerê re na" , "Edaleta avhewayê" û "ji santralên termîk re na" pêşwazî kirin. 
 
Hevdîtin bi pêşkeşiyê budçeyê ya Wezîr Donmez didome.