Piştî peymanê civîna yekem

img

BEXDA - Piştî Bexda û Hewler li ser 4 xalan li hev kirin, Serokê Parlamentoya Iraqê Selim Ciburî, li Hewlerê bi Serokê PDK'ê Mesut Barzanî re civiya. 

Serokê Parlamentoyo Iraqê Selîm Ciburî û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesut Barzani, li Hewlerê civîyan. Hat diyar kirin ku dê di civînê de piştî referandumê pirsgirêkên di navbera hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê niqaş bikin. 
 
Serokê PYD'ê Mesût Barzanî û Cîgirên Serokomarê Iraqê Iyad Allavi û Usama Nuceyfi duh li Silêmaniyê hatibûn cem hev. Piştî civînê li Serokatdiya Herêma Federal a Kurdistanê hat diyar kirin ku Hewler û Bexdeyê li ser 4 xalan li hev kirine. 
 
Xalên ku di civînê de li ser hi lev kiribûn wiha ye: 
 
1- Ji bo Iraqê di milê siyasî de dê diyalog û hevdîtin esas bê girtin. 
 
2- Civîn dê li ser daxwazên aşkere pêş bikeve. 
 
3- Pêkaninên li ser Herêma Kurdistanê dê bê rakirin. 
 
4- Divê di dema herî kin de civîn bên destpêkirin û li ser van xalan hevdîtin bên kirin.