Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye

img
ÇEWLIG - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî yê di civîna gel a li Çewligê de axivî wiha got: “Desthilata li ser serê me ji xizaniyê ji talanê ji her cure qirêjiyê sûdê digire, em vê qebûl nakin. Niha dema guhertina vê desthilatê ye. Em qet tawîz nadin.”
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk li Çewligê li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna gel lidarxist. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê û namzetê parlamenteriyê yê Mûşê Sezaî Temellî, parlamenterê Çewligê Erdal Aydemîr, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Cemîle Tûrhalli Balsk, Omer Farûk Hulaku û Farûk Aris weke axivîner tev li bûn. 
 
Beriya civînê li Tesîsên Bêhnvedanê yên Kervansarayê ji bo şandeyê pêşwazî bikin bi tevlibûna gelek wesayîtan konvoy hate kirin. Welatiyan konvoy bi îşaretên serkeftinê û çepikan silav kir. Piştî konvoya bicoş girseya ku hate ber deriyê avahiya HDP’ê li vir bi dahol û zirne govend gerandin. Li qadê jî her tim dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. 
 
Beriya axaftinan nameya ku hunermendên kurd ên li Ewropayê û siyasetmedar Îdrîs Balûken hatin xwendin. 
 
‘YEKANE RÊ ÇEPÊN KESK E’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr ê di civîna gel de ewilî axivî wiha got: “Em Partiya Çepên Kesk çiqas xurt bişînin Meclisê, em ê ewqas tevkariyê li çareseriya pirsgirêka kurd bikin. Bila zêdetir mirov neyên kuştin, zêdetir mirov nekevin girtîgehê. Gelê Çewligê em qet bi tenê nehiştin, nahêle jî.”
 
Tevî barana barî jî girseyê qad neterikand. Girseya ku di bin baranê de bi çepikan dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kir. 
 
Pişt re Cemîle Tûrhalli Balsak axivî û wiha got: “Kesê nekarî li ser vê axê bibe serwer. Îskender jî nekarî. Ji ber ku li ser vê axê kengirên bistrî yên kurdan şîn dibin. Hûn jî zarokên vê axê ne. Hûn amade ne Çewligê bi Çepên Kesk boyax bikin? Wê demê dê daristanên me gurtir bibin. Wê demê em ê bibin xwediyê axa xwe. Pêşerojên azad nêz in. Jin jiyan azadî.”
 
Namzetê parlamenteriyê Omer Farûk Hulaku jî bal kişand baran dibarî û wiha got: “Tevî vê baranê jî we qad neterikand. Vê hêviya me mezintir kir. Em weke Partiya Çepên Kesk dibêjin darazeke serbixwe makeqanûneke azad. Dê sedsala duyemîn bibe sedsala kurdan. Ev hilbijartin ne tenê ji bo me ji bo wan jî girîng e. Em ne tirsiyan, em ê netirsin û rêya xwe bidomînin. Em mehek in di nav xebartan de ne, bi sedan pirsgirêk guhdar kirin. Dema em çûn Meclisê em ê têkoşîna vê bidin. Ji hilbijartinê re 5 roj man, em van 5 rojan bi hev re li qadan bin. Em xwedî li sindoqên xwe derkevin.”
 
‘DEMOKRASÎ WÊ SERBIKEVE’ 
 
Namzetê parlamenteriyê Farûk Aris jî destnîşan kir ku wê di vê hilbijartinê de an demokrasî an faşîzm serbikeve û wiha got: “Dê di vê hilbijartinÊ de demokrasî û Partiya Çepên Kesk qezenc bike. Em ê vê hilbijartinê veguherîn serkeftineke mezin. Em ê li Çewligê AKP’ê têk bibin. Em ê wan sindoqan vala bişînin.”
 
‘JI FAŞÎSTAN RE DENG TUNE YE’ 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê serdema beriya niha û parlamenterê Wanê Sezaî Temellî gel bi kurdî silav kir. Temellî, bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û wiha got: “Weke hûn dizanin roja yekşemê hilbijartineke qederê heye. Em ê vê rojê bi hev re xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Em ê roja yekşemê yek zilamî hilweşînin. Ji me bo faşîstan deng tune ye. Em ê dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû. Em ê veguherînin. Dengê me yê duyemîn ji bo partiya me ye. Em ê bi hev re dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”
 
‘EM Ê QET TAWÎZ NEDIN’ 
 
Temellî, qala gotinên “darbeyê” yên Wezîrê Karên Hundir ên têkildarî hilbijartinê kir û wiha berdewam kir: “Ji hilbijartinan re dibêje ‘darbeya siyasî’, sernekevin wê darbe çêbibe. Herî baş hûn darbeyê dizanin ji ber hûn darbekar in. Em darbekariya we ji qeyûman dizanin. Darbekar hûn in. Ji ber wê em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin. Em ê qet sindoqên xwe neterikînin. Em li pey dengê xwe bin. Ji ber ku em dizanin dê bidizin. Dengê me qedera me ye. Desthilata li ser serê me ji xizaniyê ji talanê ji her cure qirêjiyê sûdê digire, em vê qebûl nakin. Niha dema guhertina vê desthilatê ye. Em qet tawîz nadin. Ev roj ji bo me hemûyan rojên xweş in. Rêya me hemûyan vekirî be.”
 
Civîna gel bi gerandina govendê û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” bi dawî bû.