Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin

img
COLEMÊRG- Li Colemêrgê di mîtînga Partiya Çepên Kesk de hat destnîşankirin ku dê 14'ê Gulanê bi serkeftinê bê tacîdarkirin û îşaret bi tecrîda li Îmraliyê hat kirin û wiha hat gotin: “Em ê tecrîdê bişkînin û roja Kurdn azad bikin.”
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Colemêrgê mîtîngek li dar xist. Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên bajêr Vezîr Parlak, Oznur Bartin, Onur Duşunmez, parlameneterê HDP’ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan û parlamentere BDP’ê yê Colemêrgê yê berê Hamît Geylan tevli mîtîngê bûn. Mîtîng li Kolana Cumhuriyetê bi tevlibûneke mezin a gel pêk hat. Gel di mîtîngê de bênavber dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zinandan" berz kirin. 
 
Bi sedan welatî tevli mîtîngê bûn û bi yek dengî sirûda ‘çerxa şoreşê’ hat xwendin.
 
Namzet Onur Duşumez diyar kir ku pêvajoyek dîrokî û zehmet de derbas dibin û got: “Lê riya me berbi ronahiyê ve dertê. Em ê di vê rê de riya xwe ronîtir bikin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan her diçe giran dibe. Bi salane tu agahî jê nayê girtin. Bila baş bê zanîn ku em ê vê tecrîdê bişînin û roja gelê Kurd azad bikin. Roj roja serkeftina gelê Kurd e.Kurd wê hesabên zilmê di hilbijartinan de bipirse.”
 
Oznur Bartin jî daxuyakirin ku bi armanca bersiva desthilatdariya AKP-MHP’ê di 14’ê Gulanê de bidin li vê qadê kom bûne û bi lêv kir ku wê  di 14’ê Gulanê de serkeftinê tacîdar bikin û hesabê zilmê bipirsin.
 
Vezîr Parlak jî di axaftina xwe de girtina rojnameger û nûnerên partiyê bibîr xist û bi lêv kir ku ew kedkarên çepameniyê silav dike. Parlak her wiha da xuyakirin ku hilbijartinên 14’ê Gulanê hilbijartina dîrokiye û wê dengên xwe bidin pêşeroj û azadiya xwe.
 
Piştî axaftinan mîtîng bi govendgerandinê bi dawî bû.