‘Em ê navê AKP’ê li Mûşê nehêlin’

img
MÛŞ - Li Mûşê namzetên Partiya Çepên Kesk bi konvoyê li nav bajêr geriyan û hevdîtina gel li dar xistin. 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Mûşê Sezaî Temellî, Sumeyye Boz û Serhat Dûrsûn li bajêr bi konvoya wesayîtan geriyan û paşê li ber avahiya HDP’ê ya Mûşê hevdîtina gel lidar xistin. Gelek welatî tev li şahiyê bûn. 
 
Namzet axivîn û destnîşan kirin ku tekane rêya alternatîfê Çepên Kesk e û ew ê li Mûşê AKP’ê têk bibin û navê wê ji wir paqij bikin. Namzetan da zanîn ku dê gelê Mûşê div ê hilbijartina dîrokê de hêza xwe id sindoqan de nîşan bide û dê gelê kurd bi ser bikeve. Namzetan destnîşan kir ku îktidara AKP’ê ku dijminatiya kurdan dike dê di 14’ê Gulanê dê hilweşe.