Demîrtaş: Niha dema xwedîderketina li dengan e

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş piştî bidawîbûna dengdayînê peyamek parve kir û wiha got: “Niha jî dema xwedîderketina li dengan e.” 

 
Di hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê de karûbarên dengdayînê ji saet 17.00’an ve bi dawî bû. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û wiha got: “We ked û biryardariya demên pir dirêj avêtin sindoqê. Ez we tevan pîroz dikim. Niha jî dema xwedîderketina li dengan e.”