Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin

img
ÎDIR - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn anî ziman ku ew ê di serdema nû de têkoşîna xwe xurt bikin û xwe rexne bikin û got ku ew ê siyaseta Rêya Sêyemîn ava bikin. 
 
Piştî hilbijartinên serokkomariyê û giştî, Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest bi pêvajoya nû kir û ji bo vê jî civîn û hevdîtinên xwe yên bi gel re yên li ser esasên rexne-xwerexnekirinê didomînin. HDP û Partiya Çepên Kesk rexne û xwerexneyên gel wekî rapor amade dike û dê vê pêvajoyê bi kongreyeke mezin temam bike. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn, der barê xebatên li bajêr û rexne û pêşniyazên gel de axivî. 
 
‘EM Ê BI GEL RE BIAXIVIN'
 
Hûn anî ziman ku ew ê bi rexneyên gel têkoşînê xurt bikin û got ku ew ê xwe jî rexne bikin. Hûn ragihand ku li bajêr û herêmê dest bi civînên gel kirine û got: "Em ê li gundê û taxan bi civînan re tevî gelê xwe vê pêvajoyê nîqaş bikin. Em ê nîqaş bikin ku ka me li ku şaşî kiriye û em ê çawa xwe ji van şaşiyan xelas bikin. Em ê her tiştî eşkere ji gelê xwe re bibêjin." 
 
SIYASETA RÊYA SÊYEM
 
Hûn bilêv kir ku ew ê bi siyaseta Rêya Sêyem gel daxilî nava pêvajoyê bikin û wiha got: "Em ê bi çanda rexne-xwerexnekirinê ji heqê vê pêvajoyê derkevin. Em ê hewl bidin ku bibêjin dewlet roleke çawa ji bo gelê me diyar kiriye, konsepta dewletê û dixwaze ji gelê kurd civakeke çawa biafirîne. Hikûmeta AKP'ê li vir polîtîkayeke taybetd imeşîne. Di nava vê siberojê de kurd, çepgir û sosyalîst, demokrat, ciwan tune ne û ev siyaseteke pir talûke ye. AKP, bi derdorên ku dijminatiya jinan, kurdan, xwezayê û şoreşgeran dikin re dixwaze pergalekê ava bike. Lê jehrkujiya vê, rêya me ye. Em ê hewl bidin ku vê rêyê hem li Tirkiyeyê hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navînê ava bikin û em ê vê yekê ji gelê xwe re bibêjin."