Aydenîz: Divê em bi dilwêrekî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin

img

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku AKP bi girankirina tecrîda li Îmraliyê re pirsgirêkên heyî girantir dike û wiha got: “Dema wê hatiye ku em li dijî tecrîdê bi dilwêrekî dengê xwe bilind bikin.” 

 
AKP’ê di hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an de nekarî bi tena serê xwe bibe îktîdar û ji wê rojê heta niha di pirsgirêka kurd de serî li polîtîkaya şer dide. Ev konsepta şer, îro bi êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam e. Konsepta şer a îktîdarê jî bi girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kir û di nava 8 salan de ev tecrîd gihişt astekî wisa ku zêdetirî 2 sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, têkildarî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û şerê heyî bi ajansa me re axivî. 
 
KODÊN AVAKIRINÊ YÊN DEWLETÊ 
 
Aydenîz, anî ziman ku polîtîkayên zext û şer ên li dijî gelê kurd, gelên din û jinan tenê bi îktîdara heyî re bisînor nebûn û wiha got: “Di kodên damezirandina Komara Tirkiyeyê de ev polîtîka heye. Ji ber ku ev dewlet li ser zextê hatiye avakirin. Li ser bingeha yek ziman, yek ol, yek al û yek zayendê hatiye avakirin. Îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê jî hewl didin van kodan bigihînin encamê û bi vê rolê radibin.”
 
POLÎTÎKAYA TECRÎD Û ŞER 
 
Bi domdarî Aydenîz bal kişand ser “Plana Têkbirinê” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku ev plan xistin meriyetê, armanc dikin ku kurdan bi tevahî tesfiye bikin. Lê ev plana wan bi ser neket. Tekane sedema van krîzên aborî, siyasî, civak û dîplomatîk, polîtîka dijminatiyê û şer e ku di çarçoveya Plana Têkbirinê de tê meşandin. Li gel vê, her wiha polîtîkaya tecrîdê ye ku em weke rewşa agahînegirtina mutleq pênase dikin.” 
 
PIRSGIRÊKA KURD MEZINTIR BÛ 
 
Aydenîz, bi lêv kir ku bi neçareserkirina pirsgirêka kurd re krîzên heyî kûrtir bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkayên ewlekariyê bi dehan caran hatin ceribandin. Lê nikarin bi polîtîkayên şer encamekî bi dest bixin. Berevajî vê, krîzên heyî girantir dibin û bi xwe re encamên jêveneger ên siyasî û aborî tînin. Polîtîkaya şer a di nava 8 salên dawî de bi xwe re tenê neçareserî anî.” 
 
DIJMINATIYA ÎKTÎDARÊ YA LI HEMBERÎ JINAN
 
Di berdewamê de Aydenîz êrişên AKP’ê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Di van êrişan de bi taybet jî jin hedef tên girtin. Li Rojava bi taybet jî jin hedef tên girtin. Sedema vê jî ew e ku jinan, li Rojava bi têkoşîna xwe ya azadiyê jiyaneke nû ava kirin. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê li vir jiyanî bû û ji bo hemû cîhanê bû mînak. Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinan pêk hat. Yek ji sedema hedefgirtina jinên Rojava jî fetisandina jiyana bi destê jinan hatiye avakirin e. Dibînin ku demokrasiya radîkal civakî dibe lewma komkujiyên li dijî jinan di asta herî jor de dikin. Bi van êrişan dixwazin vê şoreşê û jiyanê têk bibin. Ne tenê li Rojava, divê mirov her wiha li Başûr qetilkirina Nagihan Akarsel jî di heman çarçoveyê de binirxîne. Ev modêl, ji bo hemû jinên cîhanê modêla jiyaneke alternatîf e û nîşan da ku ev alternatîf pêkan e.” 
 
TECRÎD TIRSA BÊDENGIYÊ YE 
 
Aydenîz, destnîşan kir ku xwediyê pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: “Ev pergal, li dijî modernîteya kapîtalîst a li seranserî cîhanê ketiye krîzê alternatîfeke. Projeya birêz Abdullah Ocalan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanî bû. Sedema girankirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û bêdengiya qada navneteweyî jî tirsa ji vê paradîgmayê ye. Çareseriya alternatîf a birêz Abdullah Ocalan, hem li Rojava û hem jî li gelek deverên cîhanê tê qebûlkirin. Ji ber vê tirsê jî tecrîdê giran dikin. Birêz Abdullah Ocalan, rêya xelasiya ji van krîzan pir bi eşkereyî nîşan dide. Ev fikr, li Rojava civakî dibe. Em di wê baweriyê de ne ku birêz Abdullah Ocalan dê bibe çareserî lewma em ewqas tînin rojevê. Lewma tecrîd her tim rojeva me ya sereke ye.” 
 
‘TECRÎD VEGUHERÎ ŞÊWAZEKÎ RÊVEBIRINÊ’ 
 
Aydenîz, diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê veguheriye şêweyê rêvebirinê û ev nirxandin kir: “Îmrali, veguheriya laboratuara bêhiqûqî lê tên belavkirin. Niha hemû girtîgeh hatine tecrîdkirin. Lijneyên Çavdêriyê, tevî ku ceza xelas bûye jî nahêle girtî bên berdan. Di nava cezayî de ceza tê dayîn. Ev rêbaz jî ji polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê girtine. Herî dawî rojnameger Merdan Yanardag qala bêhiqûqtiya tecrîdê kir û got ku li gorî qanûnan tecrîd sûc e. Ji ber vê jî hate girtin. Ev, mînakekî şênber e. Her wiha bi hezaran kes ji ber twîtekê tên darizandin û girtin. Ji kesên dibêjin ‘ez birçî me’ re dibêjin ‘hûn dizanin ka guleyek bi çendê ye?’ Ev jî mînaka şênber a polîtîkaya tecrîdê ye.” 
 
‘GUFTÛGO DESTPÊKA ÇARESERIYÊ YE’
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û ev tişt anî ziman: “Aştiya civakî ya ku dê guftûgo bi xwe re bîne û tunekirina bingeha şer, ne li gorî daxwaza îktîdar û dewletê ye. Gurtûgoya bi birêz Abdullah Ocalan re dê rê li ber çareseriyê veke û bibe destpêka çareseriyê. Dê ev guftûgo bibe çareseriya şer û krîzan.” 
 
‘DEM DEMA BILINDKIRINA DENGÊ XWE YE’ 
 
Saliha Aydenîz, axaftina xwe wiha qedand: “Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk û xelasiya ji krîzên aborî,  civakî û siyasî, bi têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê re pêkan e. Weke DBP’ê rojeva me ya sereke, mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê ye. Divê têkoşîna li dijî tecrîdê di rojeva her kesî de be. Ji ber ku li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê pirsgirêkeke mezin e. Polîtîkaya tecrîdê îro veguheriye şêweyê rêvebirinê û bandorê li her kesî dike. Lewma divê têkoşîna li dijî tecrîdê bê mezinkirin. Divê her kes xwe ji tirsa hatiye belavkirin xelas bike û dem dema wê ye ku bi dilwêrekî dengê xwe li dijî tecrîdê bilind bikin. Ji ber ku heke birêz Abdullah Ocalan bikare bi awayekî azad fikrên xwe vebêje, ev yek dê bi xwe re guftûgoya bi her kesî re û çareseriyê bîne. Lewma jî di pêvajoya pêş de lingê ewil ê nexşerêya têkoşîna me, azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan û têkoşîna li dijî tecrîdê ye. Em ê vê têkoşînê li kolanan mezin bikin.” 
 
MA / Mujdat Can