‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’

img

WAN - Di civîna gel a Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ya li navçeya Tûşba ya Wanê de hat gotin ku têkoşîna birêxistinkirî dê gelê kurd bi ser bixîne û wiha hat gotin: “14’ê Tîrmehê, berxwedana mezin a zindanê, rêya me ronî dike.” 

 
Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinên 14-28’ê Gulanê, di çarçoveya xebatên jinûveavakirinê de bi gel re civînan li dar dixe. Di vê çarçoveyê de li Taxa Seyrantepe ya navçeya Tûşba ya Wanê bi gel re civînek hate lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Şengul Polat, rêveberên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yê bajar û gelek welatî tev li civînê bûn. 
 
‘DIVÊ EM KÊMANIYÊN XWE BIBÎNIN’
 
Hevseroka DBP’a Wanê Şengul Polat ji ewilî axivî û got ku armanca wan a ji civînê ew e ku encamên hilbijartinan binirxînin û ji bo kêmaniyên heyî li nêrînên gel guhdarî bikin. Polat, diyar kir ku hilbijartinên meha gulanê di pêvajoyeke asayî de nehatin kirin û wiha domand: “Li dijî partiya me û gel êrişên sîstematîk hebûn. Hilbijartin, di rewşeke derhiqûqî de hatin kirin. Lê belê dîsa jî divê em kêmaniyên xwe bibînin. Divê ev kêmasî neyên dubarekirin.” 
 
‘HILBIJARTIN NE ARMANC LÊ AMÛR IN’
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî destnîşan kir ku ew ji bo nirxandin û rexneyên gel hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hilbijartin ji bo me ne armanc lê amûr in. Ji bo me tu caran nebûn armanc. Bêguman ev nayê wê wateyê ku encamên hilbijartinê girîng nînin. Em ê kêmasî û xeletiyên di encamên hilbijartinê de derketine li ber çavan re derbas bikin. Yek ji berpirsyarên van encaman jî KCD ye. Lewma em ê di serî de rexnedayîna xwe bidin.” 
 
‘TÊKOŞÎNA ESASÎ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YE’
 
Bi domdarî Ozturk diyar kir ku ji bo wan tişta sereke, têkoşîna azadiyê ye û wiha pê de çû: “Lewma ji bo me ya girîng, têkoşîna birêxistinkirî ye. Tişta ku dê gelê kurd bi ser bixe, ev e. Hazir em qala têkoşîna xwe dikin, îro salvegera 14’ê Tîrmehê, salvegera berxwedana mezin a zindanan e. Li Girtîgeha Amedê, li dijî vê zîhniyeta faşîst, li dijî dijminên azadiyê, Kemal, Hayrî û hevalên xwe di îşkenceyên giran de ketin rojiya mirinê. Ev yek, ji bo azadiya gelê kurd kirin. Ev têkoşîn ji bo me gelek girîng e. Ev têkoşîn, rêya me ronî dike.” 
 
REXNE Û PÊŞNIYAR
 
Piştî axaftina Ozturk, welatiyên tev li civînê bûne axivîn. Welatiyekî bi gotinên pêşiyan a “Serê kaniyê şêrîn be cihok jî şêrîne” dest bi axaftina xwe kir û got ku hem têkoşîna gelê kurd û hem jî rêberê wê şirîn e. Welatî, destnîşan kir ku divê her kes xwedî li têkoşînê derkeve. Bi taybet jî rexneya ku partî her ku diçe bêhtir navendîtir dibe û ji gel dûr dikeve hate kirin. 
 
Civîn, heta saetên derengiya şevê berdewam kir. Di civînê de hat gotin ku divê her ji niha ve amadekariyên rêveberiyên herêmî bên destpêkirin.