HDP dê kongreya awarte li dar bixe

img

ENQERE - Di civîna Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê û Partiya Çepên Kesk de biryar hat girtin ku dê HDP kongreya awarte li dar bixe û Partiya Çepên Kesk jî dê di dawiya meha Îlonê de navê xwe û tuzuka xwe biguherîne. 

Bi serokatiya Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, civîna Lijneya Rêveber a NAvendî ya saet di 11.00'an de dest pê kiribû, bi dawî bû. Di civînê de pêşniyazên di civînên gel de hatibûn kirin jî di nav de gelek mijarên girîng hatin nîqaşkirin. 
 
Di civînê de biryar hat girtin ku di warê polîtîkaya tifaqê û perspektîfa çareserkirina meseleya kurd, polîtîkaya hilbijartinê ya herêmî, têkoşîna ji bo ekolojiyê, têkoşîna li dijî krîza aborî, pêwendiya bi tevgerên jin û ciwanan, pêwendiya bi derdorên civakî yên xwedî nirxên îslama demokratîk û pêwendiya bi civaka elewî re atolye û komxebat bên lidarxistin. Biryar aht girtin ku dê piştî komxebat û atolyeyan xebatên konferansê dest pê bikin. 
 
Her wiha di civînê de der barê qirkirina xwezayê ya li Cûdî û Akbelenê de jî biryar hatin girtin û dê heyet ber bi Cûdî û Akbelenê ve bên şandin. 
 
Her wiha di civînê de biryar hat girtin ku ji ber doza girtinê ya HDP'ê dê kongreya awarte bê lidarxistin û paşê xebatên wê dewrî Partiya Çepên Kesk bê kirin. 
 
Her wiha biryar hat girtin ku dê Partiya Çepên Kesk jî di meha Îlonê de kongreyê li dar bixe û navê xwe û tuzuka xwe biguherîne. 
 
MA / Selman Guzelyuz