Lijneya Rêveberiyên Herêmî: Destkeftiyên nû bi têkoşîna hevpar a jinan pêkan e

img
AMED - Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê, di rapora xwe ya "Rêveberiyên Herêmî ya Azadiya Jinê û Rejîma Qeyûm" de xebatên di qada jinê de hatine kirin û "texrîbatên di serdema tayinkirina qeyûman a duyan de" hatine kirin destnîşan kir. Di encama raporê de jî wiha hat gotin: "Destkeftiyên nû bi têkoşîna hevpar a jinan pêkan e." 
 
Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 4'emîn salvegera tayinkirina qeyûman de ku tayinî şaredariyên HDP'î yên di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2019'an de hatin bidestxistin hatin kirin, rapora xwe ya "Rêveberiyên Herêmî yên Azadiya Jinê û Rejîma Qeyûm" weşand. 
 
Di raporê de awayê şaredarîvaniya li ser esasên demokratîkbûyînê û beşdariya yekser û zelal hat destnîşankirin. Her wiha di raporê de îşaret bi beşdariya jinê ya di rêveberiyên herêmî de hat kirin ku di hilbijartinên herêmî yên 2004an de hejmara wan derketiye 9an û pergala hevserokatiyê ku cara ewil di 2005'an de ji aliyê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ve esas hatiye girtin û di hilbijartinên herêmî yên 30'yê Adara 2014'an de bi temamî eas hatiye girtin. 
 
Di raporê de hat bilêvkirin ku ji sala 2014'an ve li hemberî pergala "hevserokatiyê " hiqûqe dijminatiyê tê pêkanîn hat gotin ku lê belê tevî hemû êrişan jî heya roja îro modela hevserokatiya bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk sînorên netew-dewleta netewperest û zayendparêz derbas kiriye û ji bo gelên cîhanê û hemû jinan bûye îlham. 
 
Di raporê de hat bibîrxistin ku HDP'ê di hilbijartinên heêrmî yên 31'ê Adara 2019'an de 3 jê bajarên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok, bi giştî 65 şaredarî, hezar û 230 endamên meclisê û 101 endamên meclisa giştî bi dest xistine û wiha hat gotin: "Li şaredariyên me pergala hevserokatiyê, meclisên jinan ên şaredariyê, di nava meclisê de lijneyên jinan, koordînasyonên jinan, komîsyonên jinan û komîsyonên wekheviya jin-mêran hatine çêkirin. Û li hemû bajaran jî lijneyên jinan ên rêveberiyên herêmî hatine çêkirin." 
 
Di raporê de xebatên di warê jinan de yên li hemû şaredariyan hatine kirin hatin rêzkirin. 
 
ÊRIŞ
 
Di encama raporê de jî tayinkirina qeyûman wekî darbeya li demokrasiya herêmî ya Tirkiyeyê hat destnîşankirin û wiha hat gotin ku tevî hemû êriş û astengkiriyan jî ew di hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev de bi israr in û dê bi pratîka xwe parastina vê pergalê bidin der. 
 
'EM Ê BIBIN ÇARE'
 
Di berdewam beşa encamê ya raporê de hat diyarkirin ku tu siyaseteke ku jin ne kirdeya wê be, dê nebe siyaseteke civakî û li bara me kesên ku ji bo azadiya jinê têdikoşin, tu beranberiyeke siyaseta ku jinê tune dihesibîne tune ye û wiha hat gotin: "Ya herî girîng jî, parastina destkeftiyên jinan û bidestxistina destkeftiyên nû bi têkoşîneke hevpar pêkan e. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ku bûye rejîmeke çewsîner û şer, ji ber vê qeyûman tayinî şaredariyên HDP'î dike û dixwaze modela azadiya jinê hilweşîne û bike ku jin nebin kirde. Lê em ê destkeftiyên jinan biparêzin û jiyaneke nû ku jin kirdeya wê bin ava bikin. Em ê bi vê biryardayînê li hemberî hemû texrîbatan bibin rêya çareserî, hêvî, azadî û wekheviyê."