Keskîn Bayindir: Heta tecrîd neyê şikandin aştî mimkin nîne

img
ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir di kongreya asayî ya DBP'a Şirnexê de diyar kir ku  çareserî bi şikandina tecrîdê pêkane û wiha got: “Sekna birêz Ocalan, sekna aştiyê, çareserî û muzkareyê ye. Divê her kes bizane ku heta tecrîd ranebe azadi, wekhevi û aştî mimkin nîne.” 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê 1’emîn Kongreya Asayî bi şîara  “Ji bo pêşerojeke azad, ji bo welateke rizgar ji bo şikandina tecrîdê” li dar xist. Kongre, li eywana DBP’a Şirnexê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê û parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Ayşegul Dogan û Mehmet Zekî Îrmez, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, endamên Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tev li kongreyê bûn. Pankartên “Tecrîda li ser gelê kurd tunebûna mirovahiyê ye” û “Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî biser bikevin” li eywana kongreyê hatibûn daliqandin. 
 
Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî rapora xebatê ya salekê hate xwendin. 
 
Di kongreyê de ji ewilî Parlementera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan axivî. Dogan, diyar kir ku partiya wan di demên dîrokî de derbas dibe û wiha got: “Partiya me partiya guhertin û veguhertinê ye. Divê em di vê pêvajoyê de yekitî û tifaqiya xwe bi hêz bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Em encax bi tifaqiya xwe dikarin ji têkoşînê encamê bigirin.” 
 
 ‘REXNE DÊ BIBIN NEXŞERÊYA TÊKOŞÎNÊ’ 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî bal kişand ser pêvajoya Partiya Çepên Kesk a xwerexnekirinê û ev tişt anî ziman: “Me weke partî jî pêvajoya hilbijartinê ders derxistin. Encamên hilbijartinê di heman demê de xebateke mezin da pêşiya me. Me li hemû tax û bajarên xwe civîn lidar xistin û em bi gelê xwe re civiyan. Em dixwazin ku hemû gelê me ji me bi bawer be. Ew rexne û pêşniyarên ji bo me hatine kirin dê bibin nexşerêya têkoşîna me.” 
 
‘BERÊ HEMÛ GELÊN MAZLUM LI TÊKOŞÎNA GELÊ KURD E’ 
 
Bayindir, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku li tevî hemû êrişan jî gelê kurd di têkoşîna xwe de gav paşve neavêt û wiha domand: “Têkoşîna gelê kurd ne tenê bi saziyên me pêk tê. Ji ber wê jî dibe ku di hinek saziyên me dê lawazbûn û qelsbûn çebibe. Lêbelê ev nayê wê wateyê ku têkoşîn xelas bûye. Heke ku hêvî hebe û taqeta me ya têkoşînê hebe, em ê bi ser bikevin. Em her tim dibêjin ev gel xwedî rêber e, xwedî pêşeng e û xwedî cewher e. Desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê ku hemû deskeftiyên xwe ji bo tunekirina gelê kurd bikar tîne dê bisernekeve û dê negihije armanca xwe. Her roj wezirê wan welat welat digere ku tifaqên nû çêbike. Lêbelê dê bi van tifaqan nekarin biserbikevin. Îro gelê kurd bi têkoşîna xwe heta merhelekê hatiye. Berê hemû gelên mazlum yên cîhanê li têkoşîna gelê kurd e. Ji ber wê bi pêşengiya heza jin, dayik û ciwanan ev têkoşîn dê qels nebe û dê biserbikeve. Bila herkes bizanibe ku tu hêz, tu desthilatdar nikare vê têkoşîne tune bike.” 
 
‘SEKNA OCALAN SEKNA ÇARESERIYÊ YE’
 
Bi domdarî Bayindir bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji 2011’an heta niha li Girava Îmraliyê tecrîdeke giran heye. Heta niha ji bo şikandina ve tecrîdê me bernameyên xurt nedanîn pêşiya xwe û di vê têkoşînê de em lawaz man. Sekan birêz Ocalan sekna aştiyê ye, sekna çareserî û muzakereyê ye. Bila herkes bizanee ku heta tecrîd neyê şikandin azadî, wekhevî û aştî mimkin nîne. Ev desthilatdar li dijî me tenê şerê çekdarî nake. Ji her alî ve êrişî gelê kurd dike. Ji ber ku dizanin ku baweriya herî bi hêz ya gelê kurd e. Bila kesek xwe nexapîne û êrişî baweriya gelê kurd neke. Yên xwe ceribandin her tim têk çûne.” 
 
‘PÊŞXISTINA SIYASETA DEMOKRATÎK BI TÊKOŞÎNA GEL PÊKAN E’ 
 
Di berdewamê de Bayindir qala polîtîkayên dewletê yên li dijî gel kurd kir û wiha pê de çû: “Îro li her deverê Kurdistanê tiryakê belav dikin. Ji bo ku civaka me xerab bikin, ciwanên me ji civakbûnê dûr bixin serî li vî polîtîkayê didin. Ez bang li malbatên me dikim; cihê herî bi ewle ji ciwanan re partiya me ye, saziyên me ne. Bila berê ciwanan bidin partiyê. Şerek dane destpekirin û navê vî şêrî jî ev e. Şerê ku tê kirin dixwaze hişê me, mejiyê me tune bike. Divê em li dijî vê polîtîkayê bi zimanekî erênî, bi çand û ziman û exlaqê gelê xwe ji ciwanan re vebêjin. Lewma em dibêjin ku di rojên dîrokî de derbas dibin. Em ê berpirsyariya xwe pêk bînin. Siyasetmedar mîkrofona gelê kurd e. Ji ber wê pêşxistina siyaseta demokratîk bi têkoşîna gelê me pêkan e. Ji bêr wê divê em bi her awayî têkoşîna gel bi hêz bikin.”
 
Piştî axaftinan,  Zîlan Yaman û Sekvan Kiliç weke Hevserokên DBP’a Şirnexê hatin hilbijartin. 
 
Kongre, bi gerandina govendê û dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.