Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ozcan: Em ê tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sûltan Ozcan diyar kir ku dê partiya wan sazûmaniya xwe biparêze û wiha got: “Em ê hemû tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin.” 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê 4’emîn Kongreya Awarte li dar xist. Sûltan Ozcan û Cahît Kirkazak di kongreyê de weke Hevserokên Giştî yên nû hatin hilbijartin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sûltan Ozcan piştî kongreyê bi ajansa me re axivî û got ku dê partiya wan sazûmaniya xwe biparêze lê di serdema nû de hemû tecrûbeya xwe bi Partiya Çepên Kesk re parve bike û meşa xwe li wir bidomînin. 
 
‘HDP HÊZA XWE JI DÎROKEKE KEVNAR GIRT’ 
 
Sûltan Ozcan, dîroka HDP’ê weke “dîroka rêwîtiya hêviyê” pênase kir û wiha got: “Ev mîrasek e. Ji pêvajoya damezirandinê heta niha HDP her tim bû navnîşana piranîparêziyê. Ev 11 salên ku dîroka rêwîtiya hêviyê bû, mîrasa temamiya daneheviyên civakî, dîrokî, şoreşger û demokratîk e. Meşeke xurt e ku hêza xwe ji hemû daneheviyên têkoşîna demokratîk ên gerdunî digire û xwedî li wan derdikeve.” 
 
Bi domdarî Ozcan anî ziman ku li dijî kesên digotin “dê di nava 3 rojan de ji hev belav bibin” bi pêkhateyên xwe astengiyên heyî derbas kirine û wiha domand: “Doza girtinê, Doza Kompasê ya Kobanê didome. Lê tevahiya van tiştan nekarîn meşa yekbûyî ya demokratîk a gelan asteng bikin. Ji yek ji damezirîneran û hevseroka me ya giştî Fatma Gok heta Sebahat Tuncel a hêja, Fîgen Yuksekdag, Serpîl Kemalbay û Pervîn Buldan, ev peywira me dewr girtî dê li ser şopa gavên îradeya azadiyê bidome.” 
 
‘EM BIBIRYAR IN KU JIYANA NÛ AVA BIKIN’
 
Di berdewamê de Ozcan got ku rojevên sereke yên HDP’ê ew e ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bide çareserkirin, jiyana li welatê hevpar ê gelên Tirkiyeyê û demokrasiya herêmî ye. Ozcan, wiha pê de çû: “Hewldana me ew e ku dawî li polîtîkayên şer ên vê pergala zilmê bînin û jiyaneke hevpar a wekhev ava bikin. Lewma di vê pêvajoya jinûveavakirinê di destpêka rexne-xwerexnekirinê de me lê nihêrt bê ka ji paradîgmaya xwe dûr ketine yan na. Em ê van deran temam bikin, kadroyên xwe nû bikin û ji her tiştê me jiyayî xwerexneyî nêz bibin. Em ê tevahiya tecrûbeya xwe ya têkoşînê derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin. Em ê li dijî Doza Kompasê ya Kobanê û doza girtinê sazîbûna xwe biparêzin û meşa xwe bidomînin. Di dawiya meha îlonê de em ê kongreya xwe li dar bixin û em ê vê yekê bi gelên Tirkiyeyê re parve bikin. Bila kes reşbîn nebe ji ber ku HDP heye. Fikra HDP’ê rêyên nû dibîne û bi rêwîtiyên nû ber bi hêviyê ve dimeşe.” 
 
‘JI BO BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ EM Ê BERPIRSYARTIYÊ LI XWE BIGIRIN’ 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sûltan Ozcan destnîşan kir ku ji bo domandina têkoşînê bibiryar in û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan berpirsyartiyê li xwe bigirin. Xeta têkoşînê ya serdema pêşiya me dê bi Partiya Çepên Kesk bidome. Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser parastvanê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û xwediyê fikra îdeala me birêz Abdullah Ocalan û ji bo fikrên wî li tevahiya raya giştî ya cîhanê were parvekirin em ê berpirsyartiya xwe pêk bînin. Ev berpirsyartî, berpirsyartiyeke li ser milê hêzên demokratîk ên şoreşger ên Tirkiyeyê ye. Ji bo bicihanîna vê berpirsyartiyê jî em ê ji her demê bêhtir hewl bidin.” 
 
MA / Hakan Yalçin