Kirkazak: Divê li dijî Lozanê peymaneke civakî were çêkirin

AMED - Hevserokê Giştî yê HDPê Cahît Kirkazak diyar kir ku divê li dijî Peymana Lozanê, peymaneke civakî hebe û wiha got: “Îradeya ku dê vê pêk bîne jî gelê kurd, HDP û Partiya Çepên Kesk e.” 
 
Civînên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên beriya konferansên di çarçoveya jinûveavakirinê de didomin. Rêxistinên partiyan ên Amedê, li Eywana Dawetan a Kaplanê ya li navçeya Bajarê Nû civînek li dar xistin. Eywana civînê bi alayên partiyan hatin xemilandin. Li ewyana civînê pankarta “Bi serhildan û rêxistinê em azadiyê diparêzin” hatibû daliqandin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak, parlamenterên Partiya Çepên Kesk, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar û gelek kes tev li civînê bûn. 
 
Di civînê de ji ewil Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan axivî û ji bo girtiyê nexweş Şakîr Turan ê li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê jiyana xwe ji dest dayî û Dayikên Aştiyê yên li Colemêrgê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dayîn sersaxî xwest. Di civînê de ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin. 
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ BIDOMÎNIN’
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak di civînê de axivî û got ku dê têkoşîna wan bigihije armanca xwe. Kirkazak jî ji bo malbatên Turan û Dayikên Aştiyê sersaxî xwest. Kirkazak, axaftina xwe wiha domand: “Barê me îro hîn girantir bû. Têkoşîna dayikên Adalet û Sosinê li ser milê me ye. Em ê têkoşîna wan a ji bo aştiyê bidomînin.” 
 
'PEYMANA LOZANÊ YA CIVAKÎ ŞERT E’
 
Di berdewamê de Kirkazak got ku ji ber yekperestiya li Tirikyeyê ev sed sal in nîqaşên şer û aştiyê tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi ser Peymana Lozanê re 100 sal derbas bûn. Ev sed sal in ji ber vê peymanê qirkirina ziman, nîjad û çandê tê kirin. Ev peyman, li hemberî cudahiyên gelên Tirkiyeyê bûye peymana qirkirinê. Di serî de gelê kurd, ji bo ku gelên Rojhilata Navîn û Anatoliyayê nekarin bi ziman û cudahiyên xwe bijîn, di nava dek û dolab û derewan de ne. Divê îro li dijî Peymana Lozanê, peymaneke civakî were çêkirin. Îradeya ku dê vê pêk bîne jî gelê kurd, HDP û Partiya Çepên Kesk e. Ka em îro ji bo dayikên Adalet û Sosinê çawa deyndar bin, divê ev peyman were çêkirin.” 
 
‘EM JI GELÊ XWE BIBAWERIN’
 
Kirkazak, axaftina xwe wiha qedande: “Hilbijartinên di sed saliya Tirkiyeyê de hatin kirin li gorî dilê me nebûn. Em qebûl jî nakin. Lewma em ji bo aştî û destkeftiyan nexşerêya xwe xêz dikin. Em ê ji bo wê biaxivin. Em ê rexnedayîna xwe bikin. Bawer bikin heke ev tevger li ser pêyan nebûya  niha destên qirêjî ew tesfiye bikira. Ji roja hilbijartinan heta niha bi rê û rêbazên qirêjî êrişî partiyê dikin. Vê partiyê bi gelê xwe, bi sazî û dezgehên xwe ev êriş vala derxist. HDP; ji bo kesên li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî yekperestiyê têdikoşin bi rola pisûlayê radibe. HDP’ê hemû tecrûbeyên xwe derbasî Partiya Çepên Kesk kir. Divê em ji vir û şûnde mijara ‘gelo em ê çawa bikarin aştiyê pêk bînin, em ê Lozana Civakî çawa çêbikin, em ê ji bo dayikên xwe çawa aştiyê bînin’ nîqaş bikin. Ev nîqaş dê hêzê bide tevgerê.” 
 
Piştî axaftina Kirkazak, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.