Unsal ji Partiya DEVA’yê îstîfa kir

img
ENQERE - Ji avakarê Partiya DEVA’yê Ahmet Faruk Unsal li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal rexneyên xwe têkildarî Alî Babacan parve kir û daxuyand ku ji partiya xwe îstîfa kiriye. 
 
Siyasetmedar Ahmet Faruk Unsal ê di nava avakirina AKP’ê de cih girt û paşê jê veqetiya û di nava avakirina Partiya DEVA’yê de cih girt, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku ji DEVA’yê îstîfa kiriye. Unsal di daxuyaniya xwe de rexne li Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan kir û diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinê de pêvajoyek biryar girtinê ya “nezelal” birêve hatiye birin û parlamenterên hatine bijartin tenê ji aliyê Babacan ve hatine diyarkirin.