Bûldan: Em ê nehêlin ezyet li gelê me bê kirin

img
WAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Pervîn Bûldan a serdana dikandarên li Deriyê Sînor ê Kapikoyê kir wiha got: “Em ê nehêlin ezyet li gelê me bê kirin.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Pervîn Bûldan û parlamenterên Partiya Çepên Kesk serdana dikandarên Deriyê Sînor ê Kapikoy ê li navçeya Serav a Wanê ye kirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Zulkuf Ûçar ê li vir axaftineke kurt kir, bi lêv kir ku li erdnîgariya Kurdistanê li ser kurdî ambargoyek heye û wiha got: “Li vir di tabelayê de bi erebî, ingilîzî, tirkî hişyarî hene lê kurdî nîne. Li dijî kurdî tirsek û fikarek heye. Li vir gelek pirsgirêk hene, em ê bişopînin. Em ê nêzîkatiyên cuda ên li dijî kurd, îranî û tirkan qebûl nekin.”
 
‘EM Ê JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN TÊBIKOŞIN’ 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Pervîn Bûldan jî da zanîn ku ji bo pirsgirêkên welatiyan bibînin hatine vir û wiha got: “Gelê me got ku li vir bi pirsgirêkên gelekî mezin re rû bi rû ne. Tevî ku xizmên hemwelatiyên me li aliyê din hene jî, dema diçin dawet û sersaxiyan jî pirsgirêk derdikevin. Em qebûl nakin ku ezyet li mirovan tê kirin. Em ê destûrê nedin cotstandartiyê û astengiyên ku ji hemwelatiyên me yên derbasî Îranê bibin re bên derxistin. Em ê di çareserkirina van pirsgirêkan de bi israr bin. Her wiha ji bo derbasbûnên transît çêbin jî em ê bikevin nava hewldanan. Em soz didin ku em ê teqez ji van re bibin çareserî.”