Konferansa Partiya Çepên Kesk dê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet bê lidarxistin

img
ENQERE - Partiya Çepên Kesk dê konferansa xwe ya mezin li Navenda Çanda Nazim Hikmet li dar bixe. 
 
Cihê konferansa mezin a Partiya Çepên Kesk ku dê di 10-11’ê îlonê de li dar bixe diyar bû. Konferansa mezin dê bi dirûşmeya “Rêxistin azadî ye” li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a Enqereyê were lidarxistin. Di konferansê de dê di çarçoveya jinûve avakirinê de gelek mijar bên nîqaşkirin. 
 
Rexne û pêşniyarên di civînên gel ên partiyê li dar xistin de hatine kirin dê bibin rojeva sereke yên konferansê. Dê di konferansê de têkildarî navê partiyê yê nû jî pêşniyar bên wergirtin. Di encamên nîqaşan de dê biryar bên girtin û pêşkeşî kongreya ku tê plankirin dê di nava meha cotmehê de bê lidarxistin werin kirin.